DYE’yê hişyarî da: Neçin Sûriyeyê
Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) hişyarî li welatiyên xwe kir ku neçin paytexta Sûriye Şamê.
Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) hişyarî li welatiyên xwe kir ku neçin paytexta Sûriye Şamê.
Wezareta Karên Derve ya DYE’yê ragihand ku nuqteyên rawastgehê yên turîsan jî di nav de, ew agahiyên têkildarî êrîşên muhtemel ên li ser Sûriyeyê dişopînin û ji bo Sûriyeyê hişyariya seyahatê di asta 4’an de ye, ev jî tê wê wateyê ku ti kes seyahetê nekin. Wezareta Karên Derve ya DYE’yê bi bîr xist ku hişyariya seyahatê ya di vê astê de, ji ber rîskên girîng ên mîna “terorîzm, tevilheviya hundir, revandin, dîlgirtin, şerê çekdarî û binçavkirin” hatiye kirin û got, “Ti herêmeke Sûriyeyê divê li dijî tundiyê biewle neyê qebûlkirin.”
Wezaretê got, “Terorîst hîna li Sûriyeyê revandina mirovan, bombebaran û planên li ser êrîşên din, didomînin.”