Operasyona ewlehiyê ya li Kampa Holê di roja duyan de ye

Li Kampa Holê operasyona ewlehiyê ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê hatî destpêkirin, di roja 2’yan de didome.

LI KAMPA HOLÊ OPERASYON

Operasyona ewlehiyê ku duh ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatibû destpêkirin, di roja duyemîn de ye. Operasyon bi desteka YPJ û QSD’ê ji bo paqijkirina kampa Holê û derdora wê ji şaneyên DAÎŞ’ê dest pê kiriye û li beşên jinên DAÎŞ’î û penaberên ji Iraqê berdewam dike.

Hêzên operasyonê ji saetên sibehê ve dest bi operasyona lêgerînê li beşên jinên DAÎŞ’î û penaberên Iraqî yên kampê kiriye. Operasyon li her du beşan dewam dike.

Hêzên Ewlekriya Hundirîn duh (19 Nîsan) bi daxuyaniyekê operasyona li dijî şaneyên DAÎŞ’ê ya li kampa Holê dabû destpêirin. Di daxuyaniyê de hatibû gotin: "Di van demên dawîn de, li kampê hewldanên dubare yên şaneyên DAÎŞ'ê ji bo revandina malbatan çêbûn. Her wiha bi dehan rewşên gef û lêdanan li dijî şêniyên kampê hatin dîtin."

Li kampa Holê ku 45 km li rojhilatê bajarê Hesekê ye, 35 hezar û 323 kes hene, ji wan 13 hezar û 124 kes penaberên iraqî ne, 15 hezar û 805 koçberên Sûriyeyî ne, 6 hezar û 385 jin û zarokên DAÎŞ’iyan in.