ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Di çarçoveya peymana QSD-Şamê de sîstema perwerdeyê tê nîqaşkirin
Di çarçoveya peymana QSD û desthilata Şamê de li ser materyalên di sîstema perwerdeyê de bêne bikaranîn hevdîtinan destpê kirin. -
Li Helebê bendên hevbeş ên kontrolê hatin danîn
Li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, Hêzên Asayîşê û Hêzên Ewlekariyê yên desthilata Şamê bendên hevbeş ên kontrolê danîn. -
Li Efrînê talankirina xwezayê dewam dike
Li Efrînê ku sala 2018'an ji aliyê dewleta Tirk ve rejîmeke terorê hate avakirin, talankirina xwezayê dewam dike. Li Şerayê zêdeyî 50 darên din ên zeytûnê hatin birîn. -
Bendên kontrolê têne rakirin
Li Helebê, bendên kontrolê yên navbera taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û taxên din ên bajêr têne rakirin. -
SOHR: Li Sûriyeyê di nava 24 saetan de herî kêm 11 kes hatin kuştin
Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di nava 24 saetên dawî de di encama êrîşên hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de herî kêm 11 kes hatin kuştin. -
Gelê kantona Cizîrê gihiştin Bendava Tişrînê
Gelê kantona Cizîrê û koçberên kantona Efrîn-Şehbayê ji bo ku tevlî çalakî û berxwedana Bendava Tişrînê bibin, gihîştin bendavê. -
Îlham Ehmed: Serdana Bendava Tişrînê ji bo Sûriyeya nû gaveke girîng e
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed diyar kir ku pêvajoya mitebeqetê ya bi rêveberiya Şamê re, bi serdana hevpar a ji bo Bendava Tişrînê hatiye qonaxekî girîng. -
Di navbera QSD û hikûmeta Şamê de hevdîtinek nû hat kirin
Li Hesekê di navbera QSD û hikûmeta Şamê de hevdîtinek nû hat kirin. Di civînê de navên nûnerên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo diyaloga bi desthilata Şamê re hatin eşkerekirin. -
Ji bo şehîd Ehmed Qamişlo merasîma xiyabî
Ji bo endamê Hêzên Komandos Ehmet Qamişlo yê li Tişrînê şehîd bû, li Tirbespiyê merasîma xiyabî hate lidarxistin. -
Kongra Star Dayika Uweyş bi bîr anî
Kongra Star dayika Rêber Apo Dayika Uweyş di salvegera wefata wê de bi bîr anî. -
Şehîd Ebdurehman Omer li Kobanê hate veşartin
Xelkê Kantona Firatê bi merasîmeke bi heybet endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ebdurehman Omer spart axê. -
Cenazeyê şehîd Zulfeqar Qamişlo bi merasîmekê hate veşartin
Şervanê QSD'ê Zulfeqar Qamişlo ku li Eyn Îsayê şehîd bû bi merasîmekê hate veşartin. Ji bo gerîlayê HPG'ê şehîd Mazlûm Yekta jî merasîma bîranînê hate lidarxistin. -
Kongreya Neteweyî ya Kurd wê hefteya bê li Rojava were lidar xistin
Hate ragihandin ku Kongreya Neteweyî ya Kurd ku hêz, partî û rêxistinên Kurd ên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê demeke amadekariya wê dikin, wê hefteya bê were lidar xistin. -
Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê alîkariya mirovî ya ji bo bajarên peravê dewam dike
Alîkariya mirovî ya ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji bo bajarên peravî yên Sûriyeyê dewam dike. -
Konvoya 7’an a gelê Kantona Firatê bi coş hate pêşwazîkirin
Li Kobanê konvoya 7`an a gelê kantona Firatê ku nêzî hefteyekê li ser Bendava Tişrînê di nobeta berxwdaniyê de bûn, bi coşeke mezin pêşwazî kirin. -
Berxwedana gel a li Bendava Tişrînê dewam dike
Çalakiya berxwedanê ku bi armanca parastina Bendava Tişrînê ji dewleta Tirk a dagirker hatiye destpêkirin, di roja 93’an de dewam dike. -
Cenazeyê şervanê QSD'ê Salih Mehmûd El Bişo hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD'ê Salih Mehmûd El Bişo ku di berxwedana Bendava Tişrînê de şehîd bû, li Til Hemîsê hat veşartin. Di merasîmê de şervanê QSD’ê Ebdulhelîm El Ebdullah hat bibîranîn. -
Cenazeyên şehîdên QSD’ê li Dêrik û Til Koçerê hatin veşartin
Şêniyên Girkê Legê, Dêrik û Til Koçerê cenazeyên çar şervanên QSD’ê bi girseyî veşartin. -
Cenazeyên 3 şehîdan li Hesekê hatin veşartin
Cenazeyên Xidir Mano (Brûsk Mano), Ebdulhemîd El Ebd (Enwer Dêrik) û Mihemed El Abdullah li Hesekê bi girseyî hatin veşartin. -
Ji bo şehîdê Tişrînê li Amûdê merasîma girseyî
Cenazeyê endamê Hêzên Komandos a QSD’ê Xidir Murad (Cano Amûdê) yê ku 8’ê Çileyê li Bendava Tişrînê di berxwedana li dijî êrîşên dewleta Tirk de şehîd bû, li Amûdê hate veşartin. -
Bi sedan şervanên din jî ji Eşrefiye û Şêxmeqsûd derketin
Piştî peymana di navbera taxa Kurd a li Helebê û hikûmeta Şamê de, beşa duyemîn jî ya hêzên leşkerî ji taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd derketin. -
Xelkê Tirbespiyê şehîdekî xwe spart axê
Endamê Erka Xweparastinê Ebdulrezaq Mihemed ku ji ber nexweşiyekê şehîd bû, li Tirbespiyê bi merasîmeke girseyî hate veşartin. -
‘Li hember qetilkirinan jinan em yekîtiya xwe xurt bikin’
Federasyona Gaziyên Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî tundiya li ser jinan daxuyanî da û got, “Li hember qetilkirina jinan em yekîtiya xwe xurt bikin û bi xweparastinê azadiya xwe misoger bikin.” -
Ji 3 ciwanên ji Helebê diçûn Efrînê agahî nayê wergirtin
Ji 4 ciwanên ku ji taxa Eşrefiyê ya Helebê ber bi bejahiya Efrînê ya dagirkirî ve bi rê ketin, agahî nayê wergirtin. -
Li Dirbesiyê cenazeyên berxwedêrên Tişrînê hatin veşartin
Cenazeyên Mazlûm Dirbêsiyê û Rojhat Dirbêsiyê ku di berxwedana Bendava Tişrînê de şehîd bûn, li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê yê Dirbêsiyê hatin veşartin.