ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
QSD’ê nasnameya 9 şehîdan eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê nasnameya 9 şervanên ku di mehên Kanûn û Çileyê de şehîd bûne, eşkere kir. -
‘Dewleta Tirk rojê bi sedan car êrîşî sivîlan dike’
Dewleta Tirk a dagirker duh bi şevê li gundê Aşmê yê rojavayê bajarê Kobanê maleke welatiyan bi balafirên şer bombebaran kir. Di êrîşê de 7 jê zarok 10 kes birîndar bûn. Dayika du birîndaran, diyar kir ku dewleta Tirk rojê bi sedan car êrîşî wan dike. -
Mele Omer: Ev berxwedanî ji bo me yan hebûne yan nebûne
Mele Omer Hamid da zanîn ku ew ê wek gel ti carî dest ji parastina axa xwe bernedin û got: “Ev berxwedanî ji bo me yan hebûne yan nebûne.” -
‘Li Bendava Tişrînê şerê gel ê şoreşgerî tê meşandin’
Endama Koodînasyona kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jiyan Hisên, destnîşan kir ku li Bendava Tişrînê Şerê Gel ê Şoreşgerî tê meşandin û got ku ew ê heta dawî xwedî li destektî, ax, av û elektrîka xwe derkevin. -
‘Bi ruh û biryardariya Viyanan em ê bigihîjin serketinê’
Gaziyên Şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakvana fedayî Viyana Soran bi bîr anî û got, “Divê bi îrade, hêz û hêviyên heval Viyan em xwedî li şoreşa di pêşengiya jinan de ava bûye derkevin." -
Dewleta Tirk li gundê Aşmê malekî welatiyan bombebaran kir: 7 jê zarok 10 kes birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker li gundê Aşmê yê rojavayî bajarê Kobanê malekî welatiyan bombebaran kir. Di êrîşê de 7 zarok bi giştî 10 kes birîndar bûn. -
HTŞ’ê li Hamayê 4 Elewî qetil kir
Endamên HTŞ’ê li gundê Tel Dahab ê Hamayê komkujiyeke nû ya Elewiyan kir. -
QSD: Gelek çete hatin kuştin û 2 tank hatin rûxandin
QSD’ê ragihand ku di çalakiyên li dijî dewleta Tirk a dagirker û Artêşa Neteweyî ya Sûriye (SMO) de gelek çete hatine kuştin, 2 tank û gelek wesayîtên leşkerî hatine rûxandin. -
Cenazeyê şehîd Rêdûr Helinc hate veşartin
Xelkê Kobanê cenazeyê Endamê Hêzên Komandos şehîd Rêdûr Helinc spart axê. -
Cenazeyên 2 şehîdên QSD’ê hatin veşartin
Li Hesekê cenazeyên 2 şehîdên QSD’ê hatin veşartin. -
Xelkê Reqayê şehîdê xwe spart axê
Xelkê Reqayê şehîd Beşar Xilêf El Seyah spart axê. -
‘Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşînê geş bikin’
Meclîsa Malbatên Şehîdan û Meclîsa PYD’ê yên bajarê Helebê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo banga geşkirina têkoşînê kirin. -
Li gundekî Elewiyan 10 kes hatin qetilkirin
Li gorî SOHR’ê, li gundekî Elewiyan ê girêdayî Hema'yê, herî kêm 10 kesên Elewî hatine qetilkirin. -
MSD’ê civîna awarte lidar xist
MSD’ê diyar kir ku MSD dê xebatên xwe yên ji bo pêşxistina diyaloga navxweyî ya Sûriyeyê dewam bike û ji bo siberojeke nû bi hemû aliyên çalak re, li ser bingehên azadî, dadmendî, pirdengî û mafên mirovan, kar bike. -
Têkoşîna xwe ya 35 salî li Tişrînê didomîne
Hêvî Îbrahîm Hesen a ku di salên 1990’î de Têkoşîna Azadiya Kurd nas kir, ji bo parastina mal, tax û kolanên xwe têdikoşe wiha got: “Bendava Tişrînê rûmeta me ye. Em ê rûmeta xwe biparêzin.” -
Şervanê Ereb: Em ê rê nedin çeteyên Erdogan axa me dagir bikin
Şervanê QSD’ê Dilo Hesekê diyar kir ku ew ê heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe bidin û got: “Ev der axa me ye. Em ê ti carî rê nedin çeteyên Erdogan axa me dagir bikin.” -
Karwanê nû gihişt cihê nobetê: Êrîş dewam dikin
Karwanê nû ku ji Kantona Cizîrê bi rê ket, cihê xwe di nobeta ku 23 roj in li Bendava Tişrînê dewam dike girtin. -
Dewleta Tirk êrîşî gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran êrîşî Bendava Tişrînê û gelek gundên Kantonên Cizîr û Firatê kir. -
HRW: Êrîşên koalîsyona Tirkiye-SMO'yê yên li Bakurê Sûriyeyê sûcê şer in
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW), da xuyakirin ku êrîşên Tirkiye û koalîsyona Artêşa Millî ya Sûriyeyê (SMO) yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên şer pêk tîne. -
Rewşenbîrên Sûriyeyî ji bo Kurdan banga çareseriya rêveberiya nenavendî kirin
65 entelektuelên naskirî yên Sûriyeyê ji bo avakirina pergaleke demokratîk û azadiyê dest bi kampanya îmzeyan kirin. -
QSD: Di nava 24 saetan de 12 dagirker hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku di berxwedana 24 saetên dawî de 12 çete hatin kuştin û 22 dagirker jî birîndar bûn ku 3 jê leşkerên Tirk e. -
Ji heft bajaran gel ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ket
Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, şêniyên bajarên Qamişlo, Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa, Tirbespiyê, Til Hemîs û Amûdê yên Kantona Cizîrê ji bo tevlîbûna li berxwedana li Bendava Tişrînê bi rê ketin. -
CENTCOM: Rêveberê payebilind ê Hurras El Dîn hate kuştin
Fermandariya Hêzên Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (CENTCOM) ragihand ku yek ji rêveberên payebilind ên Hurras El Dîn ku baskê Sûriyeyê yê El Qaîdeyê ye Mûhammed Salah El Zubeyîr hatiye kuştin. -
Li Bendava Tişrînê berxwedana hevpar a gelan
Şervanê Ereb Agirî Til Temir işaret bi girîngiya berxwedana li Bendava Tişrînê kir û got, "Em Kurd, Ereb, Suryan, Asûr û Tirkmen têkoşîneke hevpar dimeşînin. Heta ku em hebin em ê li ber xwe bidin." -
Dewleta Tirk cotkar bombebaran kir: 2 birîndar
Dewleta Tirk a dagirker li gundê El Heymar ê rojavayê Girê Sipî cotkar bombebaran kir û di encama bombebaranê de cotkarê bi nave Ubeyd Hecî El Obêd û Hecî El Obeyd birîndar bûn.