'Berdêl çi dibe bila bibe ji bo parastina herêmên xwe em ê bidin'
Şêniyên Kobanê yên ku duh ber bi bendava Tişrînê ve bi rê ketin diyar kirin ku ji bo parastina bendava Tişrînê û herêmên xwe berdêl çi dibe bila bibe ew amade ne bidin.
Şêniyên Kobanê yên ku duh ber bi bendava Tişrînê ve bi rê ketin diyar kirin ku ji bo parastina bendava Tişrînê û herêmên xwe berdêl çi dibe bila bibe ew amade ne bidin.
Şêniyên Kantona Firatê yên ku duh ji bo beşdarî nobeta bendava Tişrînê bibin, bi awayekî girseyî ketin rê, ji ANF’ê re axivîn. Şêniyên Kobanê behsa biryardariya xwe ya ji bo parastinê kirin û gotin çi berdêl dibe bila bibe ew ê heta dawiyê xwedî li bendava xwe derkevin.
‘EM Ê PAŞVE GAVÊ NAVÊJIN’
Zelo Bozan a ku ji gundê Qeremoxeyê ye wiha got, "Em diçin da ku bendava xwe ji dagirkeriyê biparêzin. Armanca me parastina bendavê ye û destek dayîna şervanên xwe yên li eniyan li berxwe didine. Çi dikin bila bikin em ê xwe bigihînin bendavê. Dagirker li ser rê êrîşê wesayîta sivîlan dikin. Dixwazin me bitirsînin. Lê divê bê zanîn çi berdêl hewce bike, em ê ji bo parastinê bidin. Eger êrîş jî bike em ê bi hemû awayî xwe bigihîn in wir. Cara ewil çawa konvoya me ya gel rastî êrîşî hat lê gelê me bi israr li ber xwe da û çû wir, îcar dîsa em ê li wir bin û li ber xwe bidin."
Zelo Bozan got, “Em ji mezin heta bi çûk li pişt şervanên xwe ne û em ê bi hêza şervanên xwe û gelê xwe jî serketinê misoger bikin. Êrîşên dagirkeran wê nehêle ku em gavan paş ve bavêjin, berovajî em ê li ser wê rê bin û li ser wê rê heta dawiyê jî berdewam bikin."
Mehmûd Eyûb, jî da zanîn ku weke koma duyemîn ji bo parastina bendava Tişrînê ew berê xwe didin bendavê û got, “Bila hemû cîhan jî zanibe ku em bendava xwe bernadin. Bi tang, top û balafiran jî êrîş bikin jî em dev ji bendava xwe ber nadin. Em ê ji zarok heta kale mêr li ser riyan bin."
Bavê du şehîdan Memdûh Dêmo ê ji gundê qeremoxe, diyar kir ku zarokên wî li bendava Tişrînê di eniyên şer de li ber xwe didin û got, “Me çawa Kobanê rizgar kir, em ê bendava Tişrînê jî biparêzin. Berdêl çi dibe bila bibe em ê bi berxwedana xwe serketinê misoger bikin.”
Hêjayê bi bîrxistinê ye ku duh piştî karwana gel ber bi bendavê ve kete rê rastî gelek êrîşan hatin, gelek kes birîndar bûn û gelek ji wan jî şehîd bûn. Di heman demê de konvoya gel ku gihîşt bendavê li ser bendavê koma gel hatin armancgirtin, li vir jî gelek çalakvan birîndar bûn û şehîd bûn.