Gaziyên şer berxwedana gel û şervanan a Tişrînê silav kirin

Gaziyên şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berxwedana şervanên QSD-YPJ û gel a li herêma Tişrînê silav kirin û gotin, “Em berxwedana bi rûmet silav dikin. Di refên herî pêş de cihgirtina me ya li rex şervanên azadiyê ji bo me serbilindî ye.”

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka Kanûna 2024’an ve ku li hemberî herêmên di bin kontrola hêzên QSD, YPG û YPJ’ê de êrîşên xwe yên herî hovane pêk tînin, şervanên azadiyê bi berxwedaneke bêhempa êrîşan pûç dikin.

Yek ji wan berxwedanan li bendava Tişrînê bi hemû heybeta xwe didome û ji 8 Çileyê ve jî gel ji bo piştgiriya şervanên QSD û YPJ’ê diherike bendavê, piştgiriya xwe ya ji bo şervanên xwe nîşanî hemû cîhanê dide.

Gaziyên şer ên herêma Şedadê ji bo rewşa dawî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh kom bûn. Piştî rêzgirtina ji bo şehîdan, di axaftinan de hat diyarkirin wê gaziyên şer heya dawiyê berxwedana xwe bidomînin û wiha hat gotin, “Em jî weke gaziyên şer ji bo parastina şoreşa xwe çawa bi salan e, di nav têkoşînê de ne, ji niha û şûn ve jî ji her demê zêdetir em ê di nav refên berxwedanê de bin.”

Gaziyên berxwedana gel û ya şervanan silav û pîroz kirin dan xuyakirin, di wê pêvajoya dawî ya êrîş bi hemû dijwariya xwe didomin gazî û birîndarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her li meydanên şer bûn û gotin, “Em weke gaziyên şer ên ji pêkhateyan cuda yên welat pêk tên, me ji şoreşa li ser bingehê paradîgmaya ekolojîk demokratîk û azadîxwaziya jinê ya Rêber Apo yeqîn kiriye. Ji bo vê şoreşa pîroz me ji bedena xwe parçe dane. Em bi vê serbilind û şanaz in. Em weke Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berxwedana rûmet a şervanan û gelên xwe silav dikin. Di refên herî pêş de cihgirtina me ya li rex şervanên azadiyê ji bo me serbilindî ye.”

Gaziyan her wiha êrîşa li hemberî konvoya gel ku gelek welatî şehîd û birîndar bûn şermezar kirin, anîn ziman ku wê tola şehîdan rakin û dagirkeran ji xaka xwe derxin.