Şêniyên kantona Firatê li dijî êrişên dewleta Tirk meşiyan
Bi hezaran kes ji şêniyên Kantona Firatê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser bendava Tişrînê û hedefgirtina konvoya gel, daketin qadan.
Bi hezaran kes ji şêniyên Kantona Firatê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser bendava Tişrînê û hedefgirtina konvoya gel, daketin qadan.
Bi hezaran şêniyên Kantona Firatê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser bendava Tişrînê daketin qadan û meşeke girseyî pêkanîn. Meş li qada Jina Azad bi berzkirina dirûşmeyên “Berxwedan jiyane”, “ Bêjî berxwedan QSD`ê” û “ Soza me tolhildane” destpê kir û heta qada Şehîd Egîd berdewam kir.
Li qadê piştî deqeyek rêz hat girtin Cîgira Hevseroka Encûmena Cibcîkar a Kantona Firatê Mizgîn Xelîl axivî. Mizgîn Xelîl êrîşên dewleta Tirk a dagirker-faşîst ên li ser bendava Tişrînê û hedefgirtina konvoya gel şermezar kir.
Mizgîn Xelîl diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû hêza xwe êrîşê bedava Tişrînê dike û got, “Sûcên şer û qirkirinê tên kirin. Îro ev êrîş li pêşiya tevahiya cîhanê tê kirin. Ambûlans, sivîl û rojnamevan tên hedefgirtin. Lê gel bi israreke mezin û bi moral li ber xwe didin û êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê vala derdixînin.”
Mizgîn Xelîl, bang li gelê welatparêz û bi rûmet kir ku divê li kêleka şervanên xwe bibin xelek û wiha pêde çû: “Divê gelê me xwedî li hêza xwe derkevin, li hember êrîşên dagirkeriyê bibin bend. Divê em her dem hêza xwe û welatê xwe ji dagirkeriyê biparêzin.”,
Meş bi dirûşma “Berxwedana jiyane” bi dawî bû.