BI DÎMEN

Xelkê Kobanê nobedarên Tişrînê bi girseyî pêşwazî kir

Bi hezaran kes ji xelkê Kobanê welatiyên ku ev 4 roj e li Bendava Tişrînê nobedarî dikir, li Qada Jina Azad pêşwazî kirin.

Xelkê  bajarê Kobanê yê kantona Firatê beriya 4 rojan, ji bo parastina Bendava Tişrînê û nîşandana dijberiya xwe li hember êrişên dagirkeran, berê xwe dabû Bendava Tişrînê da ku tev li çalakiyê nobedariyê bibe.

Îro, piştî 4 rojan ji nobedariyê xelkê Kobanê nobedarî dewrî xelkê kantona Cizîrê kir ku doh gihîştiye bendavê kir û vegeriya Kobanê.

Xelkê bajarê Kobanê jî bi coşeke mezin nobedarên Bendava Tişrînê li Qada Jina Azad pêşwazî kirin. Gel bi hildana alên QSDˋê, YPJ`ê, YPG`ê û diurşmn "Berxwedan Jiyan e" û "Bijî berxwedana QSD" nobedar pêşwazî kirin.

Piştî pêşwazîkirinê, deqeyekê rêz hat girtin. Li wir yek ji kesê ku li bendava Tişrînê bû Hevserokê Desteya Herêmê a Kantona Firatê Fewaz Ehmed axivî û diyar kir ku berxwedana li bendava Tişrînê çiqas bêjin nikarin wê berxwedaniya gel îfade bikin. Fewaz Ehmed got, "Berxwedana gel li hember êrişên dagirkeriya dewleta Tirk berxwedaneke herî xurt e. Divê em tu carî ne ava xwe ne jî ceyrana xwe ji dijmin re bihêlin. Ev ava me ye û ceyran ceyrana me ye. Wê tu kes nikaribe nêzî bibe.”

Fewaz Ehmed herî dawî got, "Divê em berxwedana xwe li hember êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê xurtir bikin. Em soz didin gelê xwe û şehîdên xwe ku em tu carî nahêlin dijmin bihostekê derbasî axa me bibe, wê berxwedana me têkbirina dijmin be."

Piştre dîlan li ser stranên şoreşgerî hat gerandin.