Şêniyên kantona Firatê 2 şehîdên xwe spartin axê

Şêniyên Kantona Firatê cenazeyên 2 şehîdan spartin axê û 10 şehîd jî bi bîr anîn.

Bi hezaran kes ji şêniyên Kantona Firatê, malbatên şehîdan, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser merasimeke xiyabî ya ji bo endamê QSD`ê Cemîl (Cemal Derwîş) di 8`ê Kanûnê li Minbicê, Ferhad Kobanê (Mistefa Hiso) di 8`ê Kanûna 2024`an li Minbic, Şervanên Komandos Dilsoz (Fewan Mihemd) di 7`ê Kanûnê 2024`an Dêr Hafir, Xemgîn Horik (Ehmed Mistefa) di 7`ê Kanûnê 2024`an Minbic, Abdullah (Abdulllah Beko) 7`ê Kanûnê 2024`an Minbic, Şervanê Erka Xweparastinê Ibrahîm (Ibrahîm Osî) di 7`ê Kanûnê 2024`an Micbic, endamê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şoreş ( Mistefa Kurdî) di 8`ê Kanûna 2024`an Minbic, Ciwan Kobanê (Mihemed Nebî) di 8`ê Kanûna 2024`an Qereqozaxê, Reşo Boraz (Mehmûd Mistefa) di 8`ê Kanûna 2024`an Qereqozaxê, Hogir (Ehmed Şêx Ehmed) di 9`ê Kanûna 2024`an Minbicê, Azad Mehmûd û Şêrzad ên di 29`ê Çileya 2025`an di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, li Qada Şehîd Egîd lidar xistin.

Hevserokê Desteya Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Mistefa Êto sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û diyar kir, ku  ew ê tola şehîdên xwe ji dijmin hilînin û got, “Şehîdên me hiştin ku em bi azadî bijîn. Şehîdan ji bo axa xwe û gelê xwe canê xwe feda kirin. Şehîd ew in ku ji bo zîncira koletiyê û ji bo ku gelê xwe bi azadî jiyan bikin canê xwe feda kirin. Em jî soz didin şehîdên xwe ku em ê her tim rêya wan bişopînin.”

Rêvebera Tenduristiyê ya Kongra Star a Kantona Firatê Xunav Xelîl anî ziman ku ew ê tola şehîdên xwe ji dijminê hov hilînin û wiha pê de çû: “Pêvajoyên ku niha Bakur û Rojhilata Navîn tê re derbas dibin, dixwazin gelê me di nava qirkirinê re derbas bikin, lê berobajî vê yekê gelê me êdî hilma azadiyê kişandiye, ji ber vê yekê gelê me xwedî hêz û baweriya herî xurt e.” 

Her wiha piştî merasima xiyabî ya 10 şehîdan şêniyan berê xwe dan Pakrewangeha Şehîd Dîlce cenazeyê welatiyên bi navê Azad Mehmûd û Şêrzad di 29`ê Çileya 2025`an di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, spartin axa pîroz.