Li Hesekê ji bo şehîdan merasîma girseyî

Cenazeyên şervanên QSD’ê Dilo Menacîr û Îskender Hesekê yên ku di meha Çileyê de şehîd bûn, li Hesekê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê ya kantona Cizîrê ji bo şervanê QSD’ê Îbrahîm Mihemed El Hemed (Dilo Menacîr) ku di 23’yê Çileyê de li bendava Tişrîn şehîd bûbû û Zihdî Xelef El Sefan (Îskender Hesekê) ku di 25’ê Çileyê de li Dêrazorê şehîd bûbû, li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê yê Hesekê merasîmek lidar xist.

Di merasîmê de nasnameya şervanê QSD’ê Xedir Izedîn Mano (Birûsk Hesekê) ku di 8’ê Çileyê de li bendava Tişrîn şehîd bûbû û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xeder Ehmed El Osman ku di 24’ê Çileyê de li Hesekê şehîd bûbû, hatin aşkerakirin.

Merasîmê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, piştre endamê Meclîsa Malbatên Beşar Koş axivî û her çar şehîd bi bîr anîn û sebir û sersaxî ji malbatên wan re xwest.

Beşar Koş soza şopandina rêya şehîdan da û got ew ê dilsozê hêzên xwe bin û piştgiriya wan bikin.

Ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Hesekê Çekdar Hesekê jî şehîdên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bîr anîn û wiha got: “Van şehîdan ji bo jiyana hevbeş û azadiyê tişta herî binirx feda kir. Şehadet ji bo hemû mirovên azad rûmet e.”

Piştî axaftinan belgenameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên şehîd Dilo Menacîr û Îskender Hesekê bi tilîliyên dayikan û dirûşman spartin axê.