Xelkê Reqa û Tebqayê: Hesab ji dewleta Tirk a dagirker bixwazin

Xelkê Reqa û Tebqayê li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker meşiya û bang li cıvata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku hesab ji dewleta Tirk bixwazin.

Bi sedan xelkê kantona Reqayê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, Partiya Sûriya Pêşerojê, endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), şêx û rûspiyên eşîran ji bo şermezarkirina sûcên ku dewleta Tirk a dagirker li bajarên Kobanê, Sirîn û Eyn Îsayê kirine, meşek li dar xist.

Şênî ji pêş Parka Hevrîn a başûrê Reqayê bi hildana wêneyên şehîdên berxwedana Tişrînê kom bûn.

Meş ber bi pira kevn a Reqayê ve dest pê kir. Li mezreya Kîsra Ferec meş veguherî mîtîngê. Li wir hevserokê Konfederasyona Civaka Demokratîk Cîhad Hesen axivî û êrîşên dewleta Tirk a dagirker û komkujiyên wê li dijî welatiyan şermzar kir.

Hesen diyar kir ku ev sûc binpêkirinên eşkere yên qanûnên navneteweyî ne û divê sûcdarên wê werin cezakirin.

Hesen, berxwedana bendava Tişrînê û berxwedana lehengên QSDˋê li hember êrîşên dagirkeran silav kir.

Her wiha hevseroka Meclisa Gel a taxa Endelus Kewser El Kebi axivî û anî ziman ku bi fedakariya şehîdan ev xaka hat rizgarkirin û parastin.

Kewser êrîşên li dijî sivîlan li Kobanê, Efrînê û Keramê şermezar kir.

Meş bi dirîşma "Em hemû QSDˋê ne" bi dawî bû.

TEBQA

Di heman çarçoveyê de Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Tebqayê meşek girseyî ji bo şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk a dagirker organîze kir.

Di meşê de bi sedan xelkê kantonê, koçberên Efrîn û Şehbayê, nûnerên ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, deste û meclisên girêdayî wê, Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya beşdar bûn. Meş ji pêş Parka Şehîd Hevrîn Xelef a li taxa Salis a bajêr bi rê ket.

Di meşê de alên QSDˋê û wêneyên şehîdan hatin hildan.

Li pêş avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajêr meş veguherî mîtîngê. Li wir hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Mehmûd El Sayil axivî û got: "Dewleta Tirk êrîşên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. "

El Sayil berxwedana QSDˋê ya li Bendava Tişrînê silav kir û diyar kir ku ew nûnertiya destana têkoşîna gel dike.

Rêvebera Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Nûr El Hefenî jî hovîtî û sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û bang li hêzên navneteweyî kir ku ji rewşa bêdengiyê derkevin û tedbîrên ji bo sekinandina êrîşan pêk bînin.

Meş bi dirîşmên silavkirina berxwedana QSDˋê bi dawî bû.