Li gorî daneyên Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hejmara şehîd û birîndarên êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmê zêde bû. Hejmara giştî ya şehîd û birîndaran wiha ye; 41 şehîd û 245 kes jî birîndar in. Ji birîndaran 7 rojnamevan û 6 endamên tîmên tendurîstî ne.
Li gorî daneyan, ji 8ˋê Çileyê heta roja îro li herêma Bendava Tişrînê û li ser bendavê bi xwe 24 sivîl şehîd bûn û 221 jî birîndar bûn.
Li Kantona Firatê, bi taybet li bajarê Sirînê jî di encama êrîşa 25ˋê Çileyê de di nav de zarok 12 kes şehîd bûn û 13 birîndar bûne.
Her wiha duh jî balafireke bêmirov li Kobanê malek bombebaran kiribû û di encamê de 2 kes şehîd bûn û jinek jî birîndar bû.
Li kantona Cizîrê jî, bi taybet li bajarê Zirgan û gundewarê wî, di encama êrîşa 25ˋê Çileyê de di nav de zarokek 3 kes şehîd bûn û di nav de 4 zarok û 3 jin 10 kes birîndar bûn.