BI DÎMEN

Xelkê Kobanê bi venekirina dikanan nerazîbûn nîşanî êrîşan da

Xelkê Kobanê bi venekirina dikanan û rawestandina liv û tevgera rojane nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk da.

Dewleta Tirk a dagirker doh bi balafireke bêmirov bombe li maleke li Kobanê barand û di encamê de xwediyê malê û mêvanekî wan şehîd bûn, hevjîna xwediyê malê jî birîndar bû.

Ji ber vê komkujiyê xelkê Kobanê bi venkirina dikanan û rawestandina liv û tevgera li bazarê nerazîbûna xwe nîşan da.

Di êrişa doh de Azad Elî Mehmûd û Şêro Meşid şehîd bûn û Narîn Silêman jî birîndar bû.