BI DÎMEN

Gaziyên şer: Em li pişt hêzên QSD’ê ne

Gaziyên şer ên tevlî nobeta berxwedanê ya li Tişrînê bûn gotin, “Em li pişt hêzên QSD’ê ne yên li hember êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê di nav berxwedanê de ne.” 

Berxwedana li Bendava Tişrînê bê navber berdewam dike. Gaziyên şer ên bi gel re li Bendava Tişrînê di çalakiya nobetê de ne bi daxuyaniyekê diyar kirin ku heya dilopek xwîn di bedena wan de be wê li pişt hêzên QSD’ê bin. 

Daxuyanî ji aliyê endamê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rêber Dirbêsiyê ve hat xwendin. 

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, 

“Di van 13 salên şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li tevahiya herêmê dawî li xîlafeta DAÎŞ’ê anîn. 

Weke tê zanîn berî niha bi du mehan rejîma Baas a bi dehan salan li desthilatê bû hilweşiya. Ev di encama têkoşîna gelan û daxwaza wan a azadiyê de pêk hat.

Em bi hêvî bûn ku li Sûriyeyê û herêmê şer bi dawî bibe, lê belê dewleta Tirk a dagirker bi armanca sînorên Mîsaqî Millî û dagirkirinê êrîşî ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û aramiya herêmê xerab dike. 

Weke federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em li pişt hêzên QSD’ê ne ku li hember êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wî yên li Bendava Tişrînê û qadên din di nav berxwedanê de ne. 

Heya dilopek xwîn di bedena me de hebe em ê piştgiriya hêzên xwe bikin û planên dewleta Tirk a dagirker pûç bikin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.