BI DÎMEN

‘Dewleta Tirk bi awayekî eşkere qanûnên mirovî û navneteweyî binpê dike’

Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku dibin sedema komkujiya sivîlan şermezar kir û banga hesabpirsînê kir.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê ji bo şermezarkirina êrîş û komkujiyên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li herêmê tê kirin, daxuyaniyek da. Daxuyanî li ber avahiya Rêveberiya Xweser a li bajarê Kobanê bi amadebûna nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser ve hate dayîn û ji aliyê rêvebera Meclîsa Rêveber a Kantona Firatê Necah Mişê ve hat xwendin.


Di daxuyaniyê de hate gotin: "Artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe li dijî gel û hêzên me didomîne. Bi awayekî eşkera qanûnên mirovî û navneteweyî bin pê dike. Du roj berê bi balafirên bêmirov li navenda bajarê Sirînê yê kantona Firatê sûc û komkujî li dijî xelkê herêmê pêk anîbû. Di encamê de 2 zarok jî di nav de 12 welatiyên sivîl şehîd bûn û 13 kesên din jî birîndar bûn. Duh jî li navenda bajarê Kobanê malek bombebaran kir û di encamê de 2 sivîl bi navê Azad Mihemed û Şero Meşîd şehîd bûn."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev komkujî ji ber binkeftina çeteyên wê yên Ceyş El Wetenî hatin kirin ku nikarin li eniyên Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê bi pêş de biçin.

Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî, Konseya Ewlehiyê, rêxistinên hiqûqî û Neteweyên Yekbûyî hat kirin ku ji ber sûc û komkujiyên wê yên li dijî mirovan hesab ji dewleta Tirk a dagirker bipirsin. Her wiha bang kir ku dosyaya sûcan li Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî were pêşkêşkirin. Di daxuyaniyê de bang li Konseya Ewlehiyê hate kirin ku bi lez destwerdanê bikin û êrîşên dewleta Tirk a dagirker rawestînin.

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de hat gotin: “Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li şûna tevahî cîhanê şerê rêxistinên herî terorîst kir, lê ji aliyê dewleta Tirk ve rastî komkujiyan tê, lewra divê êrîş û komkujiyên li dijî vî gelê werin rawestandin."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li tevahî hêzên nîştimanî yên demokrat ên Sûriyeyê hate kirin li hemberî dagirkeriya Tirk û êrîşên wê yên domdar helwesta xwe nîşan bidin û banga MSD’ê ya diyaloga nîştimanî ya ji bo çareseriya siyasî bibersivînin. Hate diyarkirin ku diyalog rêya xelasiya ji dagirkeriya Tirk e.