‘Heta êrîş disekinin, wê berxwedana Tişrînê bidome’
Xelkê Kobanê çalakiya nobetê ya li bendava Tişrînê, dewrî xelkê Kantona Cizîrê kir.
Xelkê Kobanê çalakiya nobetê ya li bendava Tişrînê, dewrî xelkê Kantona Cizîrê kir.
Şêniyên kantona Firatê ku li ser bendava Tişrînê çalakiya nobedariyê dikin, bi daxuyaniyekê êrîş û sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê şermezar kirin.
Daxuyanî ji aliyê endamê Meclîsa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk a kantona Firatê Sebrî Nebo ve hate xwendin. Di daxuyaniyê hate gotin ku şêniyên kantona Firatê çalakiya nobedariyê 5 rojan dewam kir û çalakî dê îro ji hêla şêniyên kantona Cizîrê ve ku duh gihaşte bendavê, were domandin.
Her wiha hate gotin ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dê wan netirsînin û çalakiya wan ranewestîne.
Di daxuyaniyê de bombebarana artêşa Tirk a dagirker a duh li ser bajarê Sirînê ku di encamê de 12 sivîl şehîd bûn û 13 jî birîndar bûn, hate şermezarkirin û bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku erka xwe pêk bînin û êrîşên li dijî sivîlan rawestînin.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Berxwedana bendava Tişrînê ji bo parastina wê heta ku êrîş rawestin dê bidome.”