Koçberên Girê Spî komkujiyên dewleta Tirk şermezar kirin

Koçberên ji Girê Spî yên li bajarê Eyn Îsayê bi xwepêşandanekê komkujiyên dewleta Tirk ên li Sirîn û Zirganê şermezar kirin.

Bi sedan şêniyên kampa Girê Spî ya li bajarê Eyn Îsayê li qada kampê kom bûn û bi xwepêşandanekê komkujiyên ku duh ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li bajarê Sirînê ya kantona Firatê û li Zirganê ya kantona Cizîrê hatine kirin, şermezar kirin. 

Şêniyan wêneyên şehîdan hildan û dirûşmên “Na ji dagirkeriya Tirk re”, “Na ji kuştina zarok û jinan re”, “Bijî berxwedana QSD’ê” berz kirin.

Li qada kampê hevserokê Meclisa Bajarê Eyn Îsa Ayat El Îsa axivî û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gund û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Ayat El Îsa bêdengiya navneteweyî ya li hemberî kiryar û sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û bang li civata navneteweyî kir ku bikevin nava liv û tevgerê û van sûcan rawestînin da ku zêdetir sivîlên bêguneh neyên kuştin.

Xwepêşandan bi dirûşmên “Na ji kuştina sivîlan re” bi dawî bû.