PYD'ê bang li dewletên garantor kir ku li ber êrişa li ser Zirganê rabin

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) êrişa dewleta Tirk a li ser Zirganê şermezar kir û bang li dewletên garantor kir ku bi berpirsyariya xwe rabin.

Meclîsa Giştî ya PYD'ê têkildarî topbarana dewleta Tirk a doh li ser navçeya Zirganê daxuyaniyek da. PYD'ê di daxuyaniyê de got ew karekî terorî ye û nayê qebûlkirin.

Daxuyanî wiha ye: "Hêzên dewleta Tirk jinûve dest bi karên dijminahî kirin. Bi dijwarî navçeya Zirganê û derdora wê topbaran kir ku sivîl lê ne û di encama wê de sivîl şehîd bûn, her wiha gelek birîndar û zerarên madî jî çêbûn.

Ev karekî dijminahî ye û li beramberî wê civaka navneteweyî bêdeng e. Armanca kiryarên bi vî awayî têkbirina aramî û ewlehiya herêmê ye. Her wiha gel û pêkhateyên ku di nava aştî û aramiyê de dijîn, dike hedef.

Em êrişên dewleta Tirk li dijî sivîlan şermezar dikin. Em bang li dewletên garantor dikin ku bi berpirsiyartiya xwe der barê geşedanên xeternak rabin.

Em bang li civaka navneteweyî dikin ku bi lez têkeve nava tevgerê da ku binpêkirinên dewleta Tirk li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne."