Nasnameya 4 şehîdên Til Temirê hate eşkerekirin

QSD'ê nasnameya 4 şervanên xwe eşkere kir ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de li Til Temirê şehîd bûn.

Navenda Ragihadin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) nasnameya şervanên xwe eşkere kir ên ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de ya li ser Buroya Têkiliyan a Meclîsa leşkerî ya Til Temirê şehîd bûn.

Di daxuyaniya QSD'ê de ev agahî hatin dayin:

"19'ê Tebaxê saet di 18:00 de, di encama êrişek dewleta Tirk a dagirker de, endama konseya Leşkerî ya YPJ û endama konseya Leşkerî ya QSD'ê hevrê Sosin Bîrhat, ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê hevrê Egîd Girkê Legê, şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê hevrê Rûbar Hesekê û hevrê Seyfullah Ehmed gihiştin asta şehadetê.

Heval Sosin a ji Efrînê ku di tevahî pêngav û pêvajoyên girîng ên şoreşgerî ên li rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de cîhê xwe girt, weke fermandarek YPJ'ê li hember terora DAÎŞ'ê û dagirkeriya Tirk di eniyên herî pêş de cihê xwe girt. Hevrê Egîd jî, hîn di salên ku şoreşa me nû çirûsk vedida, bi fedakariyek mezin xwe tevlî nav refên fedaiyan kir, bi kedek mezin hewl da berpirsiyariyên xwe yên ji bo gelê me pêk bîne. Hevalên me Rûbar Hesekê û Seyfullah Ehmed jî di demên herî zor û zehmet de li eniyên şoreşê bêyî dudilî têkoşîna xwe meşandin.

Nasnameyên hevrêyên me yên şehîd wiha ne;

Nasnav: Sosin Bîrhat
Nav û Paşnav: Sosin Mihemed
Navê dayik: Zeyneb
Navê bav: Hesen
Cîh û dîroka Şehadetê: Til Temir | 19 Tebax 2021

***

Nasnav: Egîd Girkêlegê
Nav û Paşnav: Peyvan Remeda
Navê dayik: Ferca
Navê bav: Elî
Cîh û dîroka Şehadetê: Til Temir | 19 Tebax 2021

***

Nasnav: Rubar Hesekê
Nav û Paşnav: Elî El-Xerze
Navê dayik: Neîma
Navê bav: Nayıf
Cîh û dîroka Şehadetê: Til Temir | 19 Tebax 2021

***

Nasnav: Seyfullah Ehmed
Nav û Paşnav: Seyfullah Ehmed
Navê dayik: Munîfa
Navê bav: Newaf
Cîh û dîroka Şehadetê: Til Temir | 19 Tebax 2021

Em di şexsê hevrêyên xwe, endama konseya leşkerî a YPJ`ê û QSD`ê rêheval Sosin, ji fermandarên Meclisa Leşkerî a Til Temirê hevrê Egîd, endamên Meclisa Leşkerî a Til Temirê Rûbar Hesekê û Seyfûllah Ehmed de, hemû şehîdên şoreşê û qehremanan bi rêzdarî bi bîr tînin. Em sersaxiyê ji gelê xwe û malbatên pîroz ên şehîdan re dixwazin."