YPJ: Fermandar Sosin mejî û dîroka Şoreşa Rojava bû

Fermandariya YPJ'ê destnîşan kir ku Fermandar Sosin Bîrhat ji bo parastina gelê xwe bi fedakariyeke mezin kar kir û soza xwe ya ji bo misogerkirina şoreşê nû kir.

Fermandariya Giştî ya (YPJ) di derbarê êrişa doh a dewleta Tirk ya li ser navendek yê Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê de ku di encamê de Endama Konseya Leşkerî ya YPJ û QSD’ê Fermandar Sosin Bîrhat tevî 3 hevrêyên xwe şehîd bûn daxuyaniyek da.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) di destpêka daxuyaniya xwe de bal kişande ser êrişa doh saet 18:00’an ya dewleta Tirk pêk anî ku di encamê de Fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê Fermandar Sosin û Egîd û Endamên Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê Rûbar Hesekê û Seyfûllah Ehmed şehîd bûn. YPJ’ê ragihand; “Dewleta Tirk bi awayekî namerdane her carî êrîşî  gelê Rojava dike.  Hevrêyên me Sosin, Egîd, Rubar û Seyfullah ji bo pergala netewa demokratîk û avakirina jiyaneke demokratîk di nava şoreşa Rojava de  ked û tekoşîneke bê hempa dan. Şehîdên me bi seknên xwe yên dilwêrek ji bo kêliyeke jiyana azad canê kirin mertal.”

YPJ’ê di dewama daxuyaniyê de wiha behsa kesayet û têkoşîna Fermandar Sosin Bîrhat dike; “Hevrê Sosin ji bajarê Efrînê ye û di nava malbateke welatparêz de mezin dibe. Di jiyana xwe ye malê heta nava refên azadiyê ji bo doza azadiyê li hemberî hişmendiya dagiker tekoşîn kir. Di despêka şoreşa Rojava de heta niha cihê xwe di nava refên azadiyê de digre. Hevrê û Fermadara me ye pêşenge Sosin, di hemû pêngavên azad kirina Rojava da bi rihê berxwedêriya Jina Kurd cihê xwe girt. Di her kêliya jiyana xwe de weke mîlîtan û Fermandera doza azadiya gelan rola pêşengtiyê girte ser milên xwe. Bi fedakarî û wêrekiyeke mezin li hemberî DAIŞ’ê şerê azadiya gelan da meşandin. Fermandar Sosin bi taybetmendiyên xwe yên dilnizim ve di dilê hevrêyên xwe de bi keda xwe cihê xwe çêkir. Hevrêya me Sosin ji bo parastina gelê xwe bi fedakariyeke mezin kar û xebat da meşandin.”

Di dawiya daxuyaniyê de YPJ’ê agahiyên têkildarê nasnameya Fermandar Sosin Bîrhat eşker kir soza xwe ya misogerkirina şoreşê nû kir.

Nasnav: Sosin Bîrhat

Nav û Paşnav: Sosin Mihemed

Navê dayik: Zeyneb

Navê bav: Hesen

Cîh û dîroka Şehadetê: Til Temir / 19.08.2021