QSD: Li Reqayê 34 çete hatine girtin

QSD’ê li rojhilatê Reqayê operasyonek ewlekariyê da destpêkirin û diyar kir ku wan 34 çete girtine.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî operasyona paqijkirinê ya li gundewarê rojavayê Reqayê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Di çarçoveya çalakiyên têkoşîna li dijî terorê û çeteyên terorîst ên girêdayî rêxistina DAIŞ'ê de, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) sibeha Çarşemê operasyoneke berfireh a lêgerîn û serdegirtinê li gundewearê rojavayê bajarê Reqayê pêk anîn û şaneyên DAIŞ û hevkarên wê kirin hedef.

Operasyon li ser agahiyên îstîxbatarî yên zelal ên têkildarî ketina endamên terorîst kampên bêserûber ên Reqayê hate ragihandin.

Hêzên me li kampên li aliyên rêya ber bi bajarê Reqayê ve operasyoneke lêgerîn û paqijkirinê pêk anîn, di encamê de şaneyeke terorîst ji 4 kesan zeft kir, her wiha 30 hevkarên wê girtin ku desteka lojîstîk û cih didan endamên şaneyê. Di operasyonê de çek, cebilxane û cilên leşkerî yên li gel şaneya terorîstan hatin desteserkirin.

Hêzên me teqez dikin dê operasyonên li dijî şaneyên terorîst li bajarê Reqa û gundewarên wê berdewam bikin.”