Aldar Xelîl: Rojava li dijî her cûre êrişan bi xelkê Şengalê re ye

Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Aldar Xelîl: Êrişa li ser Şengalê tesadûfî nîne. Eger Şengal bişikê wê Rojava jî bişikê. Divê cîhan hemû xwedî li Şengalê derkeve.

Endamê Konseya Hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl li ser armanca dewleta Tirk a ji êrişên li dijî Şengalê, rewşa li Şengalê, bandora li Rojava ji ANF'ê re axivî.

'ROJAVA BI XELKÊ ŞENGALÊ RE YE'

Aldar Xelîl anî ziman, dewleta Tirk a ku li pey hev êrişê dibe ser Şengalê dixwaze ku Êzidiyan bêpêşeng bihêle û got, "Diyar e ku dewleta Tirk ji bo şikandina têkoşîn û hêviya gelê Kurd bi hin dewletên herêmî û navneteweyî de li ser konseptekê li hev kiriye. Ji ber ku beriya niha bi 3 salan heman rojê Mam Zekî li Şengalê kiribûn hedef. Ev tesadûfî nîne. Di êrişa dijî Mam Zekî de armanc ew bû ku gelê Êzidî bêpêşeng bihêlin. Yên ku pêşengiyê ji xelkê Êzidî re dikin dibin hedef. Ji bo ji nava civaka Êzidî pêşeng dernekevin êriş dikin. Di heman demê de vê carê êriş birin ser pêşengekî civaka Êzidî Seîd Hesen."

Aldar Xelîl got, "Bi bombekirina nexweşxaneyê xwestin vê peyamê bidin civaka Êzidî; li qadên dîplomasî, mirovî, tenduristî û xizmetê ez ê li we bidim. Li ku derê hûn bi nasnameya xwe tiştekî bikin ez ê li we bidim'. Di asta navneteweyî de nexweşxane ew deverin ku nabe bibin hedef. Ev yek nîşan dide ku dewleta Tirk di tunekirina civaka Êzidî, tunekirina gelê Kurd de bi israr e."

Aldar Xelîl li ser êrişên hevdemî yên li ser Başûrê Kurdistanê, Şengalê û Rojavayê Kurdistanê ev nirxandin kir:

"Ev demeke li dijî hêzên gerîla û azadîxwazên Kurdistanê êrişên giran têne kirin. Êrişên li ser Şengalê, çiyayên Kurdistanê û Rojava yek e, di çarçoveya konseptekê de têne kirin. Dewleta Tİrk li ku derê serweriya xwe nîşan bide wê tehdeyê li Rojava bike. Çawa ku dema DAÎŞ'ê êrişî Şengalê kir Rojava xwedî li Şengalê derket, gerîla û hêzên din bi hev re di azadkirina Şengalê de bi roleke çalak rabûn, niha jî rewş heman tişt e. Eger Şengal bişikê wê Rojava jî bişikê. Şengal xembîn bibe Rojava jî xemgîn dibe. Eger dijmin li wir gavekê biavêje wê ev gav bibe dorpêçkirina Rojava, derblêxistina li Rojava. Xeleka li dora Rojava teng dikin û bi her awayî êriş dikin. Di demeke wiha de li Şengalê heman konsept dewam dike. Çawa ku DAÎŞ'ê êrişî Şengalê û xelkê Êzidî kir, di şexsê Êzidiyan de xwestin ku gelê Kurd ji holê rakin. Rojava her tim bi Şengalê re ye, bi xelkê Şengalê re ye."

'BÊDENGIYA LI BER ÊRIŞAN NÎŞAN DIDE KU HEVKARÊ ÊRIŞAN E'

Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Aldar Xelîl bi bîr xist ku di dema êrişê de Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî ji bo hin danûstandinan li Şengalê bû û got, "Qaşo ji bo şermezarkirina komkujiyên li ser herêmê, qaşo ji bo xwedîderketina li xelkê Êzidî û nîşandana helwesta hikumeta Iraqê ya li pêşberî herêmê li wir bû. Di dema serdana Kazimî de dewleta Tirk a dagirker êrişî Şengalê dike, lê belê ew bêhelwest dimînin. Yanî ew dibin hevkarê vê êrişê. Iraq weke dewleteke serwer û li Neteweyên Yekbûyî weke welatekî serbixwe tê naskirin. Lê belê dewleteke mîna dewleta Tirk ewqasî kîlometre tê êriş dike. Ev jî tê wê wateyê ku serweriya Iraqê nemaye. Kazimî jî weke Serokwezîrê hikumeta Iraqê tevnagere. Xuya ye ew jî weke aliyekî dewleta Tirk tevdigere."

'DIVÊ HER KES XWEDÎ LI ŞENGALÊ DERKEVE'

Aldar Xelîl destnîşan kir ku divê cîhan xwedî li Şengalê derkeve û got, "Raya giştî ya cîhanê, saziyên navneteweyî divê helwestê li hemberî vê yekê nîşan bidin. Dewleta Tirk çi ji vî gelî dixwaze! Divê her kes helwestê nîşan bide. Gelê me yê li Kurdistanê û derveyî welat divê xwedî li Şengalê derkevin. Bila kes nebêje 'Ew der Şengal e, karê min lê nîne'. Şengal cihê berxwedan û rûmeta Kurdan e. Li dijî her cûre hovîtî û faşîzmê sembola pîroz a azadiyê ye. Di vê çarçoveyê de em li bendê ne ku gelê me bi her cûre çalakiyan xwedî li Şengalê derkeve."