Li Efrînê 2 jin û zarokek hatin revandin -NÛ BÛ
Çeteyên Sûltan Mûrat ên dewleta Tirk li gundê Qortqolaqê yê navçeya Şera ya Efrînê jinek û keça wê revandin. Li navçeya Mabatayê jî jinek ji aliyê çeteyan ve hate revandin.
Çeteyên Sûltan Mûrat ên dewleta Tirk li gundê Qortqolaqê yê navçeya Şera ya Efrînê jinek û keça wê revandin. Li navçeya Mabatayê jî jinek ji aliyê çeteyan ve hate revandin.
Piştî Ednan Berekat û kurê wî Îbîş ên bi hinceta ku bi Rêveberiya Xweser re dixebitin ji aliyê çeteyên Sûltan Mûrat ve 11'ê Tîrmehê hatin revandin, îro jî hevsera wî Riweyda Silêman û keça wan Solîn Berekat (14) ji aliyê çeteyan ve hatin revandin.
Di nava 10 rojan de li gundê Qortqolaqê jin û zarok jî di nav de 29 kes hatine revandin.
Çeteyên Cebha Şamiyê jî li Malbatayê li gundê Birimceyê Dilyar Mihemed Osman (20) revand.