Seydo: Ji êrîşa li ser Şengalê Iraq û Başûr berpirsiyar in

Endamê Konseya Rêveber a Mala Êzidî ya Herêma Cizîrê Îlyas Seydo destnîşan kir ku Iraq, hikûmetên Başûr û civaka navneteweyî rê li ber qirkirina Êzidiyan vekirine.

Endamê Konseya Rêveber a Mala Êzidî ya Herêma Cizîrê Îlyas Seydo ji ANHA’yê re axivî û êrîşên dewleta Tirk ya li ser Şengalê şermezar kir. Seydo diyar kir ku êrîşa qirkirinê ya DAÎŞ’ê di 3’ê Tebaxê pêk anî jî di çarçoveya plana dewleta Tirk de bû.

Îlyas Seydo da zanîn ku Şengaliyan li hemberî DAÎŞ’ê berxwedanek mezin nîşan dane û ji roja ku Şengal ji DAÎŞ’ê hat rizgarkirin heya niha dewleta Tirk êrîşî wê kiriye.

Seydo di dewama axaftinê xwe de bi bîr xist ku fermandarên YBŞ Mam Zekî û Seîd Hesen di encama êrîşên dewleta Tirk de şehîd bûn û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk bi van êrîşan civaka Êzidî û gelê Kurd dike hedef. Êrîş berdewama qirkirinê ye, dixwazin vegera li Şengalê rawestînin.”

Îlyas Seydo bêdengiya Bexda û Hewlêrê ya li hemberî êrîşan şermezar kir û got, “Divê civaka navneteweyî, rêxistinên mafê mirovan û Netewên Yekbûyî dawî li bêdengiya xwe bînin. Bi bêdengmayîna xwe alîkariyê didin qirkirina Êzidiyan. Hikumetên Iraq û Başûrê Kurdistanê jî pêşiya êrîşan vedikin.”