Dewleta Tirk êrişî Şera û Şêrawayê kir
Dewleta Tirk û çeteyên wê bejahiya navçeyên Şera û Şêrawa yên Kantona Efrînê bomberdûman dike.
Dewleta Tirk û çeteyên wê bejahiya navçeyên Şera û Şêrawa yên Kantona Efrînê bomberdûman dike.
Hat ragihandin ku dewleta Tirk û çeteyên wê gundên Dêr Cemal û Ziyaretê yên girêdayî Şêrawa û gundên Eyn Deqne û Merenaz ên girêdayî Şerayê bomberdûman kir. Her wiha hat gotin ku nêzî balafirgeha li Şerayê jî hatiye bombekirin.
Bomberdûman hê didome û derbarê encamê wê de ti agahî nehatiye bidestxistin.