Di êrişa dewleta Tirk de 4 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê şehîd bûn

Di êrişa dewleta Tirk a doh êvarê de ya li ser Navenda Têkiliyên bi Gel re ya Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê, 4 şervan şehîd bûn.

Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê têkildarî êrişê daxuyaniyek weşand û destnîşan kir ku di çarçoveya parastina rewa de wê bersivê bidin êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê.

Daxuyanî wiha ye:

"Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, ev hefteyeke li hember hêzên me ku di rewşa agirbestê de ne û li hember gelê me êrişên xwe bênavber dewam dikin. Til Temir û gundewarên wê bênavber hatin topbarankirin. Bajarokê Zirganê yê ser bi Til Temirê û gundên wê, gundê Dirdara û mezrayên wê Qibur, El -Qeracina, Miselta, Şêxelî bênavber hatin topbarankirin.

Roja 17'ê Tebaxê, gundê Tewîla ku li rojavayê Til Temirê ye û rêka M4 a navdewletî hatin topbarankirin. Di encama vê topbaranê de yek jê zarok 2 welatî (jina bi navê Nede Dexam Mesîx û zaroka wê) jiyana xwe ji dest dan û bi piraniya wan zarok û jin 16 welatî jî birîndar bûn.

Îro (19'ê Tebaxê 2021) saet di 18:00 de, li hember navendek me ya Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê, ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve êrişek hewayî hat lidarxistin. Di vê êrişê de 4 hevalên me şehîd bûn, her wiha birîndarên me jî hene. Em ê di derheqê hevrêyên xwe yên şehîd de piştre daxuyanî bidin. Her wiha di vê êrişê de gelek malên welatiyan jî zirar dîtin.

Em wekî Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê, li hember her cûre êrişan di çarçoveya parastina rewa de bêdeng nemînin."