YPG: Endamê me yê ragihandinê Tolhildan Welat şehîd bû

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya endamê xwe yê ragihandinê Tolhildan Welat ragihand ku di Berxwedana Mezin a Sedemê de şehîd bûbû.

Duh di encama bombebaran balafirên şer yên artêşa Tirk a dagirker de endamê Ragihandinê ya YPG’ê Tolhildan Welat dema li ser erka xwe bû şehîd bû. Navenda Ragihandinê ya YPG’ê têkildarî şehadeta endamê xwe daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya YPG’ê wiha ye;

“Endamê Ragihandina me ya Kantona Efrînê Tolhildan Welat dema ku berxwedaniya dîrokî ya Girê Qestelê dişopand, şehîd bû.

Tolhildan Welat dema ku berxwedaniya şoreşgerî a sedsalê ku li dijî dagirkeriya artêşa Tirk û çeteyên wî dişopand û hewl dida ku bi raya giştî a cîhanê re parve bike, di dîroka 22’ê Çileyê 2018’an de di encama bombebarana balafirên şer yên artêşa Tirk a dagirker de dema li ser erka xwe şehîd bû.

Wekî tê zanîn duh leşkerên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî êrişeke pir dijwar birin ser Girê Qestelê. Hêzên QSD, YPG û YPJ bersiv da êrişan û rexmî hemû teknîka leşkerî ku li ser vî girî hate bikaranîn, gir hat parastin. Di encam de gelek çete hatin kuştin, 2 termê xwe jî li pey xwe hiştin û neçar man ku paş de birevin. Piştî ku êriş hat şikandin artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer dest bi êrişên hewayî kir. Hevalê me Tolhildan Welat jî li vî girî vê berxwedaniya dîrokî a sedsalê dişopand. Bi kamera û çeka xwe ji destpêkê heya dawiyê di vê berxwedaniyê de cih girt û di encama êrişa hewayî de gihişt asta şehadetê.

Tolhildan Welat, li navçeya Bilbilê ya girêdayî Kantona Efrînê ji dayik bû. Di malbateke welatparêz de mezin bû. Ji zarokatiya xwe heya tevlî nav refên şoreşê jî bû, her tim bi hest û berpirsiyartiyeke welatparêziyê tevgeriya û heya kêliya dawî a jiyana xwe jî wisa derbas kir. Di temenê xwe yê ciwan de erkeke giran hilda ser milê xwe da ku berxwedaniya Hêzên Suriya Demokratîk, YPG û YPJ bi dîmen û wêneyên ku dikşîne ve qeyd bike û bike malê dîrokê. Ev nêzikî salek bû ku bi vî giyanê ve timî eniyên şer geriya û şopa xwe hişt.

Em wekî rêhevalên wî yên Navenda Ragihandina YPG di şexsê rêhevalê xwe Tolhildan Welat de soza berdewamkirina şopa wî, pêkanîna armanc û xeyalên wî car din nû dikin. Ji gelê xwe yê têkoşer û malbata wî re sersaxiyê dixwazin.”