Li Cindirêsê bomberdûman: Şehîd û birîndar hene
Bomberdûmaneke giran li ser navçeya Cindirêsê ya Efrînê tê kirin. Hat ragihandin ku ji ber êrîşê şehîd û birîndar hene.
Bomberdûmaneke giran li ser navçeya Cindirêsê ya Efrînê tê kirin. Hat ragihandin ku ji ber êrîşê şehîd û birîndar hene.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên ji bo dagirkirina Efrînê di roja çaran de ye. Hêzên Tirk ên nikarin li pêşberî berxwedana şervanan û gel bi pêş ve biçin, bombeyan li cih û warên sivîlan dibarînin.
Ji ber bomberdûmana bi top û obusan, li navenda navçeya Cindirêsê şehîd û birîndar hene. Agahiyên berfireh bi dest neketin.