Hêzên Erka Xweparastinê: Li Efrînê em rê nadin dagirkeran

Hemû Hêzên Parastina Bakurê Sûriye û Hêzên Erka Xweparastinê gotin: “Em amade ne Efrînê biparêzin” û diyar kirin ku rê nadin dagirkeriya dewleta Tirk.

Desteyên Parastinê yên herêmên Bakurê Sûriyê bi armanca piştgiriya Efrînê daxuyaniyek da. Daxuyanî li lîstegeha Hesekê ya Taxa Xwêran bi beşdarbûna Hevserokê Desteya Parastinê ya Kantona Kobanê Îsmet Şêx Hesen, Heveseroka Desteya Parastinê ya Katnona Cizîrê Xalsa Hesen, Fermandarê Giştî yê Hêzên Erka Xweparastinê Siyamend Welat û hejmarek fermandarên Erka Xweparastinê û derdora 2 hezar şervan Erka Xweparastinê hazir bûn.

Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê Rêdûr Îsa û bi zimanê Erebî ji aliyê Şîlan Selam ve hate xwendin. Şervanên Erka Xweparastinê beriya xwendina daxuyaniyê diyar kirin ku ew ê bi hemû hêza xwe parastina Efrînê bikin û rê nedin dewleta Tirk ku herêmên Bakurê Sûriyê dagir bike.

Daxuyanî wiha ye: “Piştî serkeftinên ku şervanên me di hemû astan de li dijî çeteyan li dijî mirovahiyê bi dest xistine.Çeteyên ku di dîroka mirovahiyê de wekî wê çênebûye piştgiriya xwe ji Erdogan digire.Me soza azadiya xwe daye, wê her dem serkeftin para me be, ji ber ku em heqin, ji ber ku jiyan mafê me ye û em ê azadî bijîn. Em xwedî doz im em amande her dem xwîna xwe ji bo azadiya xwe bidin.

Teknîka Erdogan û alavên wî yên leşkerî me natirsînin, lê belê hêzê dide me, rêgirtina me li ser rêya sivîlan e ji ber wê em ê serkeftinê bidest bixin.

JI bo gelê me û raya giştî, em wekî hêzên parstin û xweparstinê yên herêmên Bakurê Sûriyê Em radighînin ku em amadene parastina Efrînê bikin. Gelê me yê tenê doza wan parstine û ji bo wê her dem tekoşînê dikin. Gelê me ji bo azad li ser xaka jiyan bide tekoşînê dike. Em Erdogan hişyar dikin ku ew bi agir dilîze û ev agir wî bişewitîne. Serkeftin ji gelê me re, binkeftin ji hikûmeta AKP’ê re.”

Şervanên Erka Xweparstinê diyar kirin ku ew ê bi hemû hêza xwe parastina Efrînê bikin û wê rê nedin Erdogan û Çeteyên wê Efrînê û herêmên Baskurê Sûriyê dagir bikin.”

Hevseroka Desteya Parstinê ya Kantona Cizîrê Xalsa HEsen da zanîn ku daxuyanî ji bo piştgirya Efrînê hatiye kirin û got ew ê amadene bi hemû hêza xwe parastina Efrînê bikin û ev tişt anî ziman: “Em dixwazin bi vê daxuyaniyên bibêjin ku çawa me li Efrîn çeteyên DAIŞ’ê têk bibin, em ê li Efrînê jî Erdgoan û çeteyên wan têk bibin.”

Hevserokê Desteya Parstinê yê katnona Kobanê Ismet Şêx Hesen got ku her kes hêzê dibîne û ev tişt got: “Em ê bi vê hêzê em ê bi ruhê berxwedana Kobanê Erdogan û çeteyên wê têk bibin, ji vi em dibêjin ku Efrîn ne bi tenê ye, em hemû li pişta Efrînê ne, wê serkeftin para Efrînê be, em ê bi ruhê gelhat û demhatan têbikoşin û Erdogan têk bibin.”

Hesen di dawiya axaftina xwe de jî bang li hemû ciwanên herêmên yên li derve kir ku vegerin û parstina Efrîn û herêmên din ên Bakruê Sûriyê bikin.