Di êrîşên artêşa Tirk a li ser Cindirêsê de 10 kes birîndar bûn

Di encama topbaran û bomebarana balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker ên li ser gundên herêmên Raco û Cindirêsê de 10 kes birîndar bûn.

Îro ji saetên sibê ve, artêşa Tirk a dagirker bi top û balafiran êrîşî gundên herêmên Raco û Cindirêsê dike. Di encama bomberdûmanê de gelek kes şehîd û birîndar bûne.

Hat ragihdandin ku hejmara birîndarên ku rakirine nexweşxaneyan gihiştine 10 an û rewşa piraniyan jî xedar e.

Rêveberiya nexweşxaneyê navê hinek ji birîndaran wiha rêz kir: ″Ehmed Kindî (45), Asya Murad (70), Reşîd Îso (71), Hesen Mihemed (59), Mihemed (40), Mustefa Hemo (12), Basîma Beco (32), Aya Nebo (7), Cengîz Xelîl (20)″.