Di şer de 3 wesayît hatin rûxandin, 37 leşker û çete hatin kuştin

Çavkaniyên nêzî QSD’ê diyar kirin ku li gundên Omera û Qudê yên navçeya Racoyê ya Efrînê 2 jê bi zirx, 3 wesayîtên artêşa Tirk û çeteyan îmha kirine.

Çavkaniyên nêzî QSD’ê diyar kirin ku di şer de yê di navbera QSD û leşkerên Tirk de gelek leşker û çete hatin  kuştin. Hate ragihandin ku artêşa Tirk cenazeyê 37 leşkeran birine Ezazê û gelek cenazeyê din jî birine Tirkiyeyê.

3 WESAYÎTÊN LEŞKERÎ HATIN ÎMHAKIRIN

Li gundên Racoyê jî şer çêbû û li vê derê 2 jê bi zirx, 3 wesayîtên leşkerî yên dewleta Tirk û çeteyên wê hatine îmhakirin.

Çavkaniyên nêzî QSD’ê diyar kirin ku li derdora gundê Hemamê jî şerekî giran heye û li vê derê jî gelek leşker û çete hatine kuştin. Hat ragihandin ku li vê derê tankek hatiye îmhakirin û serçeteyê koma Semerkandê jî hatiye kuştin.

ÊRÎŞ HATIN ŞIKANDIN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî Girê Qestel Cindo yê Şera kirin û êrîşa wan a li vê derê ji aliyê şervananên QSD’ê de hate şikandin. Artêşa Tirk a dagirker êvarî jî xwest êrîşî Girê Îska bike û vê êrîşa wê jî hate şikandin.

Di heman demê de li gundê Merenazê yê Şerawa jî êrîşa hêzên dagirker hate şikandin.

Artêşa dagirker a ku li bejahiyê nikarî bi pêş ve biçe û li dijî navçeyên Raco û Cindirêsê êrîşên hewayî li dar xist. Hate ragihandin ku ji ber bomberdûmanê gelek kesên sîvîlan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.

Hate ragihandin ku li van qadan şer hê jî didome.