17 şehîdên Efrînê hatin veşartin

17 kesên li Efrînê ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker şehîd bûn hatin veşartin.

Ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, tevî ku ne zelal e jî 24 kes şehîd bûne ku sivîl jî di nava wan de hene. Cenazeyên 14 şervanên QSD'ê û 3 sivîlan ji Nexweşxaneya Avrînê hatin rakirin. Ji bo rakirina cenazeyan bi sedan kes li ber nexweşxaneyê li hev civiyan û darbestên şehîdan hildan ser milan. Di meşê de dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Efrînê" hatin qîrîn.

'BI HEZARAN ARÎN LI BER XWE DIDIN'

Berpirsyara Dîplomasiyê ya Kongreya Star Fatma Lekto got, "Em îro li axa Arîn Mîrkan in. Bi hezaran Arîn bi ruhê wê ji bo axa Efrînê li ber xwe didin."

Endama TEV-DEM'ê Asya Ebdullah jî axivî û got, "Li dijî faşîzma Erdogan em ê heta dawiyê li ber xwe bidin." Ebdullah destnîşan kir ku çi dibe bila bibe ew ê dest ji axa Efrînê bernedin û got, "Em bang li hemû hêzên navneteweyî dikin. Bila werin vê derê û bi çavên xwe bibînin bê çi li vir diqewime."

Girseya gel bi rengekî konvoy berê xwe da Şehîdgeha Metîna. 17 şehîd li Goristana Metîna hatin veşartin.