Artêşa Tirk a dagirker wesayîta sivîlan kir hedef

Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker didomin, artêşa Tirk a dagirker li gundê Meydan Ekbes ê girêdayê navçeya Raco ya Efrînê wesayîta sivîlan kir hedef. Hat hînbûn ku sivîlên di wesayîtê de birîndar bûne.

Hate ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker wesayîta sivîlan ya ku ji gundê Meydan Ekbes ê girêdayî navçeya Raco ya Efrînê diçû navçeya Racoyê, bi çeka doçkayê sîvîl kir hedef û sivîlên di wesayîtê de birîndar bûn.

Têkildarî hejmara birîndaran agahiyek zelal nehate bidestxistin, hate hînbûn ku gundê Meydan Ekbes tê topbaran kirin. Di encama topbaranê de Cengîz Ehmed Xelîl birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Evrînê.