Balafirên şer ên Tirk bombeyan li navçeya Bilbilê dibarînin

Dewleta Tirk û êrîşên xwe yên ji bo dagirkirina Efrînê didomîne, bombeyan li navçeya Bilbilê dibarîne. Li Şehbayê jî topbaraneke giran tê kirin.

Navçeya Bilbilê ya Efrînê ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve tê bombekirin. Li ser encama bomberdûmanê agahiyeke zelal bi dest neket.

Wekî din, artêşa Tirk a dagirker topan diavêje navçeya Meydanke û gundên Hilîbûyê, Baflûnê, Qestel Cindo û Kibêşînê yên navçeya Şera.

Bomberdûman dewam dike.

Êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk ku li dijî Efrînê dike, di roja pêncan de ye. Gel û şervanên Efrînê ji bo parastina welatê xwe, bi şiyara "BERXWEDANA MEZIN A SERDEMÊ" li dijî dagirkeran li ber xwe didin.