Navenda Ragihandina QSD′ê derbarê encamên şerê duh li herêma Efrînê qewimî de, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:
"Êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên bi armanca dagirkirina Kantona Efrîn û Bakurê Suriyê berdewam dikin. Şervanên me bi qehremantiyeke dîrokî singa xwe didin ber van êrişan û bersivên tund didin leşkerên Tirk û çeteyên wê. Artêşa Tirk û çeteyên wê yên ku li beramberî berxwedana şervanên me têk diçin sivîlan dikin armanc. Li gorî bilançoya şer îro 3 wesayîtên zirxî û 2 wesayîtên leşkerî hatin rûxandin, trekseke zirxî û pîkapek hatin derbkirin, wesayîteke zirxî yê bi tîpa Akrep û wesayîteke leşkeri hatin desteserkirin, 203 leşkerên Tirk û çeteyên wan hatin kuştin ku di nav wan de 4 jê fermandar in, terme çeteyek jî ket destê şervanan. Di vî şerî de bi giştî şervanekî me bi lehengiyeke bê hempa li ber xwe da û gihişt asta şehadetê, 3 şervanên me jî birîndar bû. Wekî din gelên herêmê jî tevî hemû êrişan herêmên xwe terk nakin û li ber xwe didin. Di encama bombebarana balafirên şer ên artêşa Tirk de 6 sivîl şehît şehîd ketin û 16 sivîl jî birîndar bûn.
ENIYA CINDIRÊSÊ
Leşkerên Tirk û çeteyên wê şeva 22'ê mehê saet ji 23:00an heya saet 06:00'ê sibeha 23'ê mehê bi topên obûsê êrişî xeta ji eniya Cindirêsê heya Bircikê Silêman yê giredayî eniya Şêrawa kirin. Dîsa çeteyên ku xwestin li eniya Girê Baxtiyar û Girê Batman êrişî çeperên şervanên me bikin hatin ferqkirin û di encama mudexeleya şervanên me de neçar man ku paş de birevin. Ji aliyê din ve çeteyên girêdayî artêşa Tirk cilê medeniyan li xwe kirin û ketin Gundê Hemamê. Piştre jî leşkerên Tirk hatin gund û xwe di gund de bi cih kirin. Şervanên me li gund operasyon dan destpêkirin û gund bi temamî hat rizgarkirin. Lê şer li vê eniyê hîn jî berdewam dikin. Di encama şerên dijwar de tangekî artêşa Tirk hat rûxandin, 150 leşkerên Tirk û çeteyen wê ku di nav wan de 4 jê di fermandariya artêşa Tirk de cih digirin hatin kûştin. Yek ji van fermandaran bi nasnav Ahmed Feyyaz yê Fermandarê Lîwa Semerkand e. Di vê operasyonê de bi giştî 2 şervanên me birîndar bûn. Her wiha li eniya Girê Îska jî êrişên çeteyan hatin şikandin. Şer li Girê Îska hîn berdewam dikin. Her weha çeteyên Tirk îro careke din sivîlan hedef girtin û qatlîam pêk anîn. Di topbarana navçeya Cindirêsê, derdora Gundê Hemamê û navçeya Raco de 6 sivîl şehît ketin û 16 sivîl jî birîndar bûn ku di nav wan de jin, zarok û ixtiyar jî cih digirin.
ENIYA ŞERA
Leşkerên Tirk û çeteyên girêdayî wî êrişên xwe yên li ser navçeya Şera jî berdewam kirin. Di êrişên ku bi tang û obûsan pêk hat de Girê Qestelê, Gundê Qestelê, Xedamat, Vîla Qadî, Girê Baflon û Dîkmedaş hatin topbarankirin. Çeteyên ku xwestin ji erde ve jî êrişî Girê Qestelê û Merenazê bikin rastî bersivdayîna tund a şervanên me hatin û êrişa çeteyan hat şikandin. Di encam de trekseke zirxî a çeteyan hat derbkirin û kete bin kontrola şervanên me.
ENIYA BILBILÊ
Dîsa hêzên me li ser Gundê Qurnê operasyoneke şoreşgerî pêk anîn û derbeyên giran li çeteyan xistin. Di encama şerê dijwar de gir bi temamî kete bin kontrola şervanan. Di encam de termê çeteyekî û wesayîteke çeteyan hat desteserkirin. Her weha li eniya Şiltahtê jî hêzên me bersiv dan êrişên çeteyan û çeperekî çeteyan hedef hat girtin. Di encam de çeperê çeteyan bi temamî hat rûxandin û 3 çete hatin kuştin. Kûştî û birîndarên çeteyan hîn zêdetirin, lê agahiyên zelal nehatin bi dest xistin. Dîsa balafirên şer yên artêşa Tirk Girê Gir bombebaran kirin û ji erde ve jî him gir û him jî gundewarên derdora navçeya Bilbilê û Şêxûrzê hatin topbarankirin. Topbaranên artêşa Tirk berdewam dikin.
ENIYA ŞIYÊ
Li eniya Şiyê jî hêzên me li dijî çeteyên Tirk operasyonek pêk anîn û di encama şer de Gundê Çeqela bi temamî hat rizgarkirin. Topbarana çeteyên Tirk yê bi tang û obûsan li ser vê Gundê û hawîrdora wê berdewam dikin.
ENIYA RACO
Hewldanên çeteyan yên ku dixwazin di navbera Gundê Qudê û Omera de pêş kevin jî rastî bersivdayîna hêzên me tên û şer li vê herêmê hîn jî berdewam dikin. Di encama şerê dijwar de Gundê Qudê û Girê Qudê bi temamî hatin rizgarkirin. Di şerê li vê herêmê de li gorî agahiyên ku hatine bi dest xistin artêşa Tirk 37 cenazeyên xwe rakiriye Ezazê, hêjmarek kuştî û birîndarên xwe jî derbasî Tirkiyê kirine. Her weha di şerê vê derê de 2 wesayîtên zirxî û wesayîteke leşkerî hatin rûxandin. Li Gundê Omera jî şer bi dijwarî berdewam dikin. Li vir jî pîkapekî tije çete bi temamî hat rûxandin. Hêjmara kûştî û birîndaran nehat zelalkirin. Her weha li Gundê Kumreş wesayîteke zirxî yê bi tîpa Akrep jî ji aliyê hêzên me ve hat desteserkirin. Di encama şerê li vê herêmê de şervanekî me bi qehremantî singa xwe da ber dijmin û gihişt asta şehadetê, şervanekî me jî birîndar bû. Ji aliyê din ve balafirên şer yên artêşa Tirk navçeya Raco û Girê Moseka bombebaran kirin.
ENIYA ŞEHBA
Hêzên me bersiv dan êrişên çeteyên ku dixwestin ji eniya Şehba ve pêş de werin. Di encam de 7 çete hatin kuştin û wesayîteke çeteyan a doçka li ser hat rûxandin. Dîsa hêzên me bersiv dan êriên çeteyan yên ji eniya Kil Cibrînê ve û di encam de li vir jî 5 çete hatin kuştin. Êrişa çeteyan yê bi topên hawanê û obûsan yên li ser Şêx Îsa jî berdewam dikin.
Êrîşên artêşa Tirk yên li ser Kantonên Kobanê û Cizîrê jî berdewam dikin. Vê sibê leşkerên Tirk bi tangan êrişî Qamişlo kir û di encam de zerarî maddî hat jiyankirin. Dîsa çeteyên girêdayî artêşa Tirk ji aliye Cerablûsê ve bi topên hawanê û obûsan êrişî Gundê Zormaxar ya Kantona Kobanê ku dikeve Rojhilatê ava Firatê kirin."