Gel û parlementeran ji NY’ê re got ‘êrîşan bide sekinandin’
Parlementerên Partiya Çep ê Elmanyayê û parlementerên HDP’ê li pêşiya Konseya Ewrûpayê di çalakiyê de axivîn û êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin.
Parlementerên Partiya Çep ê Elmanyayê û parlementerên HDP’ê li pêşiya Konseya Ewrûpayê di çalakiyê de axivîn û êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin.
Çalakiya protestokirinê li pêşiya Konseya Ewrûpayê hate lidarxistin. Parlementerê Partiya Çep ê Elmanyayê Gokay Akbûlût û parlementerên HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû, Feleknas Ûca, Ertûgrûl Kurkçu û Hişyar Ozsoy beşdar bûn.
‘DIVÊ NY TÊKEVE POZISYONA AŞTIYÊ YA ÇALAK’
Parlementerê Partiya Çep ê Elmanyayê Gokay Akbûlût diuyar kir ku ew şerê qirêj ê Tirkiyeyê prostesto dikin û piştgiriya Kurdan dikin. Akbûlût diyar kir ku ew ê di hefteya pêş de êrîşên li ser Efrînê bîne rojeva meclîsê.
Parlementerê partiya Çep bang li Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewrûpayê kir ku bila bi awayekî çalak têkevin pozîsyona aştiyê.
‘PROPAGANDAYA ŞER SERBEST E LÊ XWESTINA AŞTIYÊ SÛC E’
Di çalakiyê de Parlementera HDP’ê ya Amedê Feleknas Ûca jî diyar kir ku gelê Kurd ji rojên dîrokî derbas dibe.
Ûca got ku, “Li Tirkiyeyê propagandaya şer serbest e lê xwestina aştiyê sûc e. Ji ber vê jî divê em têkoşîna xwe geştir bikin û wekî Şengal û Kobanê vê serfiraziyê li dîrokê bi cih bikin.”