Partiyên siyasî yên li Bakurê Sûriye ji bo Efrînê daxuyanî dan

Partiyên siyasî yên li Bakurê Sûriyeyê diyar kir ku piştgiriya berxwedana Efrînê dikin û daxuyaniyek hevpar dan. Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên dargirker şermezar kirin.

Metna daxuyaniyê ya bi zimanê Erebî ji aliyê endamê Partiya Mûhafizdarên Demokratîk Besman El-Esaf ve û bi zimanê Kurdî ji aliyê Serokê Partiya Kesk a Kurdistanê Luqman Ehmê ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Di dema ku ji bo çarserkirina aloziya Sûriyeyê xebat têne kirin û hêzên Sûriyeyê Demokratîk û Kolasyîna Navdewletî li Reqa û Dêrzorê serkefrinên mezin li dijî terorê bi dest dixin de herêma Efrînê û bajarokên Bakurê Sûriyeyê ku bûne Sparta bi hezaran koçberên Sûriyê rastî êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên navê artêşa azad li xwe dikin tê.

Êrîşkaran herêmên sivîlan hedef dikin, di encamê de hejmareke sivîlan bûne qûrbanî, piraniya wan jin, zarok û îxtiyaran in. Li hember van êrîş û binpêkirinên yasayên navdewletî civaka navdewletî dengê xwe nake. Ev bêdengî nîşan dide ku dewletên grantor di serî de Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Rûsiyas rastiya xwe winda kirine, nexasim ev êrîş piştî erêkirina wan pêk hat.

Em wekî nûnerên partî û hêzên niştîmanî yên Sûriyeyê êrîşên dewleta Tirk şermezar dikin û bang li civaka navdewletî dikin û bi berpirsyarî tevbigerî û êrîşên ku aştiya cîhanê dixe xeteriyê de rawestîne.

Her wiha em bang li gelê Bakurê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên wî dikin ku li hember van êrîşan yekrêziya xwe xurt bikin û em bang li hêzên niştimanî û demokratîk ên Sûriyê û tevahî cîhanê dikin ku piştgiriyê bidin gelê Efrînê û êrîşên li ser wê şeremzar bikin.

Banga me ji hemû gelê me ku piştgiriyê bidin Hêzên Sûriyeyê Demokratîk û serferberiyê ragihînin da ku herêmên Sûriyeyê ji dagirkeriya Tirkiyê baqij bikin.

Em tekez dikin ku Efrîn û parêzvanên wê wê derseke dîrokî bidin dijminan û sînorekî ji binpêkirinên Tirkiyê re deynin.”