Li Efrînê sûcê dij mirovahiyê tê kirin: Va ye wêneyên komkujiyê

Artêşa Tirk a dagirker bombe li gundê Yalangoze yê Cindirêsê barand û 4 sivîl şehîd xist, ku 2 jê zarok, 2 jî jin in. Di komkujiyê de gelek sivîl jî birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker li Cindirêsê komkujiyeke din kir. Bi fuzeyan êrîş bir ser gundê Yalangoze yê navçeya Cindirêsê û 2 zarok û 2 jin şehîd xist, 16 sivîl jî birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker li Cindiresê komkujiyeke din pêk anî. Di êrîşa bi fuzeyan a li ser gundê Yalangoze ya li navçeya Cindirês a Efrînê de giştî 4 sivîl şehîd bûn ku 2 jê zarok û 2 jê jinin, 16 sivîl jî birîndar bûn.

Fikar hene ku hejmara şehîdan zêde bibin.

Artêşa Tirk a dagirker, duh bi şev jî top avêtibû gundê Til Selûr ê li Cindirêsê.

Di êrîşê de jina bi navê Sewsen Cemîl Silêman (46) şehîd bûbû, kurê wê Mihemed Esmed ê 7 salî û zarokekî din ê 10 salî birîndar bûbûn.