Fermandariya Rojava ya Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî bi nivîskî û dîmen daxuyaniyek da û got, "Em ji axa Şoreşa Rojava ku me Kobanê lê parast û 13 şehîd li ser vê axê dan, bang li we dikin.
TC dixawze vê axa ku duh ji DAÎŞ'ê hate paqijkirin dagir bike. TC a ku sînorên xwe li DAÎŞ'ê vekir, birîndarên DAÎŞ'ê li nexweşxaneyên xwe derman kir, îro ketiye şûna DAÎŞ'ê.
Weke Hêzên Azadiyê em dibêjin; êrîşa ji bo dagirkirina Efrînê destpêka tinebûna AKP'ê ye.
Faşîzma AKP'ê ya bê çare wê li Efrînê têk biçe.
Li hemberî AKP'ê, dostê wan ê berê DAÎŞ nîne. Li hemberî wan, gelê Kurd, hemû gelên Sûriyeyê û rêbertiya şoreşger a van gelan hene.
Li hemberî AKP'ê, şoreşgerên Tirkiyeyî yên çekdar henen ku şer kirine û DAÎŞ têk birine.
Bindest, kedkar, jin û ciwanno!
AKP ji zûdeyî ketiye nava şerekî ku wê têk biçe. Ev dagirkerî nîşaneya tengaviya wê ye. Ti rastiya qareqarên ji bo şer dike, nîne.
Di vî şerî de ku dibêjin 'em lê didin, me qedand, kêm maye' hê nekarîne gavekê jî biavêjin.
Heta ji wan tê bila di medyayê de bikin qareqar.
Derewan li we dikin.
Bombeyan li ser zarokan, li se sivîlan dibarînin.
Hewl didin a ku li Sûrê, li Cizîrê kirin li vir jî bikin.
Em bang li gelên xwe yên bi rûmet dikin!
Destê xwe nexin xwîna gelên ku bi salan zilm ji DAÎŞ'ê dîtine.
Tiştên li Iraqê, li Fîlîstînê qewimîn ji bîr nekin. Dagirker dagirker e!
Nebin hevparê faşîzma AKP'ê.
Her bombeya tê avêtin, keda kedkarên Tirkiyeyê ye.
Di vî şerî de wê gelên Rojava teqez bi ser bikevin.
AKP û piştevanên wan wê di vê çiravê û şerê navxweyî yê ku Tirkiyeyê sibe dixin navê, tine bibin.
Hêzên Azadiyê wê bi hemû hêza xwe şoreşa Rojava biparêzin û li dijî dagirkeriyê şer bikin.
Em ê ji bo Robîn ku li Minbicê ji ber êrîşa bombeyî ya TC kete nava karwanên nemiran, şer bikin!
Efrîn ji bo me Îdîl e, Zahîde ye, Comert e, Cîhan e!
Aqûbeta AKP'ê jî wê mîna ya DAÎŞ'ê be.
Em bang li tevgera şoreşger a Tirkiyeyê dikin ku li dijî dagirkirina Efrîne sekneke hevpar nîşan bidin, çalakiyan li dar bixin, dakevin qadan û rabin serhildanê."