Meclîsa tendirustiyê: Di êrîşên dagirker de 35 kes şehîd bûn

Meclîsa Tendirustiyê ya Kantona Efrînê diyar kir ku ji 20’ê Çileyê û vir ve, di êrîşên dagirkeriyê de 35 sivîl şehîd bûne û 106 kes jî birîndar bûne.

Hevseroka Meclîsa Tendirustiyê ya Kantona Efrînê Ancîla Reşo bîlançoya êrîşên dagirkerên ên Tirkiyeyê eşkere kir. Êrîş di 20’ê Çileyê de hatibû destpêkirin.

Reşo diyar kir ku hejmara hemû birîndaran 106 e û 35 kes jî şehîd bûne.

Ancîla Reşo diyar kir ku, birîndarek endamê Heyva Sor e û bang li saziyên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku, bila dermanan ji birîndaran re bişînin û li hemberî êrîşên li dijî Efrînê bila helwesta xwe zelal bikin.

Xebatkara nexweşxaneya Avrînê diyar kir ku birîndar zêdetir jin, zarok û kal û pîr in û rewşa gelek birîndaran jî giran e.