Pêngava Bagera Cizîrê: 6 çete hatin kuştin
Pêngava Bagera Cizîrê ya QSD’ê didome. Çeteyên DAÎŞ’ê yên ku êrîşî gundên Xeranîc û Hecînên yên Dêrazorê kirin, derbên giran xwarin. Di şer de 6 çete hatin kuştin 8 dozer hatin îmhakirin.
Pêngava Bagera Cizîrê ya QSD’ê didome. Çeteyên DAÎŞ’ê yên ku êrîşî gundên Xeranîc û Hecînên yên Dêrazorê kirin, derbên giran xwarin. Di şer de 6 çete hatin kuştin 8 dozer hatin îmhakirin.
Çeteyên DAÎŞ’ê li Dêrazorê êrîşî çeperên QSD’ê yên li gundên Xeranîc û Hecînê kirin. Hat diyarkirin ku şer hê jî didome û di vî şerî de 6 çeteyên DAÎŞ’ê hatine kuştin û 8 dozer jî hatine îmhakirin.
Di heman demê de şervanan 4 kaleşnîkov, 2 topên hawanê yên 6 mm, obusek, roketavêjek SPCI desteser kirin.
Di şer de 3 şervanên QSD’ê birîndar bûn.