Çeteyan malên gundiyên li gundê Qurnê talan kirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku ji bo dagirkirinê êrîşî Efrînê û axa Bakurê Sûriyeyê kirine, li gundê Qurnê yê Bilbilê malên gundiyan kalan kirin û hewl dan malbatekê birevînin. Şervanên QSD'ê gund ji çeteyan paqij kirin.

Duh êvarê bi balafirên şer û çekên giran êrîş li gundê Qurnê yê navçeya Bilbilê hate kirin. Komên çete yên bi alîkariya balafirên şer berê xwe dan gund, li pêşberî berxwedana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) gelek kuştî dan û ji gund hatin derxistin.

"Tûgaya Yekemîn El-Mexawîr" a di nava komên 'artêşa azad' de cih digire, piştî ku balafirên şer ên Tirk bombe barandin, kete nava gund, deriyê xaniyan şikandin û ketin hundirê malan. Koma çete malên li gund kalan kir û eşyayên bi qîmet ên li nava malan dizî.

Qasim Şêx Mihemed û hevsera wî ku ji ber êrîşa çeteyan hewl dan biçin cihekî ewle ji aliyê koma çete ve hate girtin. Komê dest danî ser telefon û pereyê wan û hewl da malbatê birevîne. Lê belê hêzên QSD'ê xwe gihandin gund û nehiştin çete malbatê birevîne.