Gelê Minbicê dagirkeriya Tirkiyeyê protesto kir
Gelê Minbicê ji bo piştgiriya Efrînê daketin qadan û dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê protesto kirin.
Gelê Minbicê ji bo piştgiriya Efrînê daketin qadan û dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê protesto kirin.
Êrîşên artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên wê yên li dijî Efrînê di roja 5’emîn de didome. Di serî de Bakurê Sûriyeyê ji her aliyê cîhanê gel piştgiriya ‘Berxwedana Serdemê’ dikin a ku QSD’ê li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê li Efrînê daye destpêkirin.
Di çarçoveya helwestên li dijî êrîşa artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê li hemberî herêma Efrînê û Bakurê Sûriyeyê bi hezaran welatiyên bajarê Minbicê xwepêşandanek li dar xistin û êrîşa dagirkeriya Tirkiyeyê bi tundî şermezar kirin.
Bi hezaran welatiyên Minbicê li çerxeriya Sebeh Behrat kom bûn û xwepêşandanek li dar xistin. Di xwepêşandanê de endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk û endamên komîteya Ciwanan beşdar bûn.
Xwepêşandêran pankartên bi nivîsên “Em ê ji lehiya Firatê zeytûnên Efrînê av bidin.”, “Na ji dagirkeriya Tirkiyeyê re”, “Kujerê mezin Erdogan e”, “Dilê Minbicê li Efrînê lêdide”, “Bijî aştî û biratiya gelan”, “Terorîstê mezin Erdogan e” hildan.
Xwepêşandêran her wiha wêneyê zarokê bi navê Yehya El-Hemadê ku ji Idlibê koçberî Efrînê bibû û di encama êrîşa balefirên artêşa Tirkiyeyê ya dagirker de şehîd bibû, hate bilind kirin, her wiha alên Ciwan, Mala Jin, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û şaxên zeytûnan hatin bilind kirin.
Her wiha hate diyarkirin ku ew weke welatiyên Minbicê bi serfirazî li rex berxwedana welatiyên Efrînê li dijî dagirkeriya Osmaniyan e û wê bi hemû hêz û derfetên xwe beşdarî berxwedana serdemê ya Efrînê bibin û wiha hate gotin: “Em ji Erdogan re dibêjin ku ti carî tu nikarî vîna azad a welatiyên Efrînê bişkînî. Em aştîxwaz in û ti carî tirsa me ji balefir û tankên te re tune ye. Îradeya gelê me ji hemû çekan xurttir e ji ber ku xwe dispêre fikra azad.”
Di axaftinan de her wiha hate gotin ku ciwanên Minbicê amade ne, beşdarî berxwedana Efrînê bibin û di dawiyê de peyamek ji Erdogan re hate şandin û tê de wiha hate gotin: “Her kesekî ku destdirêjiyê li axa Efrînê yan Minbicê bike bê guman çarenûsa wî wê heman çarenûsa êrîşkarên berê be û Efrîn wê bibe gora çavbirçiyan.”