Li Dirbêsiyê meşa li dijî dagirkerî û êrîşên qirkirinê

Li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên ji bo dagirkeriyê, li Dirbêsiyê meş û mîtîngek hate lidarxistin û ji bo yekîtiya neteweyî bang hate kirin.

MEŞA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ

Bi hezaran kes ji şêniyên bajarê Dirbêsiyê ya kantona Cizîrê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji bo piştevaniya bi QSD’ê re meşek li dar xist.

Di meşê de tevî ciwan, endamên meclis, saziyên sivîl û nûnerên partiyên siyasî yên kurdî, girseyeke mezin a şêniyan beşdar bûn.

Girseya ji pêşiya Mizgefta Hac Sultan heya ber Qada Şehîdan meşiya, alên YPG, YPJ, QSD, HPCˈê hildan û bê navber dirûşmên "Na ji dagirkeriya Tirk re", "Bijî berxwedana QSD" û "Bijî berxwedana Rojava" berz kirin.

Meş li Qada Şehîdan veguherî mîtîngê û deqeyeke rêz hat girtin. Piştre hevserokê Meclisa Bajarê Dirbêsiyê Nûman Erebî axivî. Nûman di axaftina xwe de berxwedana QSDˈê ya li hemberî dagirkeran silav kir û ev li gotinên xwe zêde kir: “Bi ketina rejîma Baas û astengiyên li pêşiya herêmê re dewleta Tirk a dagirker êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir da ku îradeya gel bişkîne û komkujiyan bike.”

Nûman Erebo banga yekitiyê li partî û hêzên kurdî kir û wiha got: “Ji bo dengê me bighêje qadên navneteweyî û hikumeta navendî ya li Şamê yekitiya tevger û partiyên kurdî lazim e. Yekitiya neteweyî ya kurdî ne tenê daxwazeke, lê belê ji bo pêkanîna aştî azadiyê ji tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re pêwîstiyek e.”

Erebo di dewama axaftina xwe de bal kişand ser şerê taybet û îdiayên dewrew ên ku dewleta Tirk û çeteyên wê belav dikin û bang li şêniyan kir guh nedin îdiayên dagirkeran. Her wiha bang li şêniyan kir ku li dora QSD’ê kom bibin.

Nûman Erebo di dawiya axaftina xwe de ev peyam da: “Çawa Kobanê bû sembola berxwedanê û destpêka binkeftina çeteyên DAIŞˈê DAIŞˈê, bê bibe destpêka têkçûna dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê.”

Mîtîng bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana QSDˈê û avakirina yekitiya neteweyî bi dawî bû.