Ji fermandarên QSD’ê Ezîz Ereb şehîd bû
QSD’ê ragihand ku fermandar Şehîd Ezîz Ereb di berxwedana Qereqozak de şehîd bûye.
QSD’ê ragihand ku fermandar Şehîd Ezîz Ereb di berxwedana Qereqozak de şehîd bûye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) der barê nasnameya fermandar Ezîz Ereb de ku di bersivdana êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî pira Qereqozaqê yê başûrê Kobanê şehîd bûye, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya QSDˋê de hat gotin hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di çend rojên berê de hewl da çemê Firatê derbas bikin, pira Qereqozaq û Bendava Tişrînê kontrol bikin. Lê ew rastî berxwedana lehengane ya şervanên QSDˋê, bi taybet şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, hatin.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku fermandar Ezîz Ereb ku fermandarê Lîwa Şehîd Şervan bû heta kêliya dawiyê li hember çeteyên dagirkeriya Tirk sekinî, berxwedaneke lehengane raber kir û gihişt asta şehadetê.
Her wiha hat diyarkirin ku hevrê Ezîz Ereb ji malbateke welatparêzê ji bajarê Minbicê ye, di 2013ˋan de tevlî YPGˋê bû, perwerdeyên leşkerî, bîrdozî û siyasî wergirtin.
Ezîz Ereb li dijî rêxistina DAÎŞˋê beşdarî gelek pêngavan bû û bi taybet di berxwedana Kobanê ya 2014ˋan de. Her wiha beşdarî pêngava rizgarkirina Girê Spî bû. Di 2016ˋan de beşdarî pêngava rizgarkirina bajarê Minbic û gundewarên wî bû.
Herî dawî jî li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê beşdarî pêngava parastina pira Qereqozaq bû.
QSDˋê di daxuyaniya xwe de sersaxî da malbata şehîd Ezîz û tevahî malbatên şehîdan û got ew ê bi îsrar û têkoşîneke mezin hêvî û armancên şehîdan ên welatekî azad pêk bînin.
Agahiyên li ser nasnameya şehîd wiha ne:
Nasnav: Ezîz Ereb
Nav û paşnav: Raid Receb El Şêx
Navê dayikê: Sefiye
Navê bav: Receb
Cih û dîroka jidayikbûnê: Minbic/1997
Cih û dîroka şehadetê: Minbic-Pira Qereqozaqê-10.12.2024.