'Em ê bibin agir û dagirkeriyê li Kobanê têk bibin'
Şêniyên Kobanê diyar kirin ku wan çawa DAÎŞ tune kir, ew ê bibin agir û dagirkeriyê jî têk bibin.
Şêniyên Kobanê diyar kirin ku wan çawa DAÎŞ tune kir, ew ê bibin agir û dagirkeriyê jî têk bibin.
Dewleta Tirk a dagirker Li dijî Kobanê gefên êrîşan dixwe, têkildarî vê yekê şêniyên Kobanê ji ANF`ê re axivîn.
'EM Ê BIBIN AGIR, EM SÎNORAN NAS NAKIN'
Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Necmê Kinco axivî û diyar kir ku ew ê li hemberî faşîzma dewleta Tirk bibin agir û ew sînoran nas nakin û got: "Hemû cîhanê xwe li hemberî dewleta Tirk bêdeng kiriye, em bi xwe bi şervanên xwe hene û çavê me ne li tu kesî ye. Em weke gelê Kurd em ê destê xwe bikin yek, em tu sînoran nas nakin û em ê wan sînoran têk bibin. Ev hebûn û tunebûna me ye, divê em hemû bibin agir û dagirkeriyê têk bibin."
'EM KÊTIK, ÎLÊDÎN Û MÎRAN IN QAFÊ ME HIŞK E Û BI TENÊ BERXWEDANÎ RÊYA ME YE'
Necmê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku ew ê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin û ev yek anîn ziman: "Em tu kesî nas nakin, ev ax axa me ye û em weke dayîkan li pişt zarokên xwe û şervanên xwe ne. Ev dirûşmeya me ya heta hetayê ye, heta dilopa xwîna xwe ya dawî em ê li ber xwe bidin. Bila bê bîra wî, çawa ku me ew li Kobanê têk bir, em ê dîsa wî li Kobanê têk bibin û ew ji lîliyên zarokên me ditirse. Wê kevirên Kobanê jî li hemberî wî rabin, ev der Kobanê ye, me bi xwîna zarokên xwe ev bajar ava kiriye. Em ji eşîra Kêtik, Îlêdîn û Mîran in, serê me hişk e, em tu kesî nas nakin û em xwe, nasnameya xwe û gelê xwe nas dikin. Bila baş bizanibe ku berê xwe daye ku, çawa ku DAÎŞ têk çû, wê dagirkerî jî li Kobanê têk biçe."
Dayîka du şehîdên berxwedaniya Qereqozaxê û Tişrînê Amanos û Şoreş, Heyam Mihemed Kinco diyar kir ku zarokên wê ji bo pêşerojeke azad li ber xwe dane û ew ne poşman in û got: "Dewleta Tirk her roj dibêje em ê êrîş bikin, lê belê bila zanibe ku zarokên me heta dawiyê wê li ber xwe bidin, em ne poşman in. Em jî ji hevalên zarokên xwe re dibêjin, bila li ber xwe bidin û xwîna hevalên xwe li erdê nehêlin.’’
'EM Ê JIYANEKE BI RÛMET BIJÎN'
Welatiyê bi navê Sebrî Xan jî anî ziman ku dewleta Tirk qala herêmên aram dike, lê belê ew bi xwe dixwaze DAÎŞ ji nû ve derkeve holê û got: "Bajarê Kobanê bû yekem bajarê têkçûna DAÎŞ’ê, ew jî dixwaze car din êrîş bike û DAÎŞ’ê car din nûjen bike. Dewleta Tirk dixwaze herêman dagir bike û ew bi xwe dixwaze gel tune û qir bike. Hêviya me û baweriya me mezin e, DAÎŞ dibe, dewleta Tirk dibe em ê li Kobanê wan têk bibin. Em weke gelê Kobanê heta dawiyê li hemberî dagirkeriyê ne, ev slogana me ye û em ê jiyaneke bi rûmet bijîn."
Endama Ofîsa Têkiliyan a PYD`ê Leyla Ehmed jî axivî û ev yek anîn ziman: "Dewleta Tirk û çeteyên wê bi rêya şerê taybet dixwaze gel bitirsîne. Piştî ku ew qadên berfireh dagir kirin, hemû kiryarên derexlaqî pêk anîn. Lê belê em weke gelê Kobanê, em bêyî Kobanê nikarin bijîn. Biryara me ew e û em ê heta dawiyê li Kobanê bin. Me xwe ji xeta şerê gel ê şoreşgerî re amade kiriye û yan jiyaneke azad yan jî mirineke birûmet be."