Li Dêrikê cenazeyên 3 şehîdan hate veşartin
Ji bo 3 şervanên di êrîşên dewleta Tirk a dagirker şehîd bûne, li Dêrikê merasîma veşartina cenazeyan hate lidarxistin.
Ji bo 3 şervanên di êrîşên dewleta Tirk a dagirker şehîd bûne, li Dêrikê merasîma veşartina cenazeyan hate lidarxistin.
Ji bo veşartina cenazeyên şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) şehîd Rêzan Çiya Efrîn (Ebdo Abdela) ku li Minbicê şehîd bûbû, şehîd Çekdar Umer ku li herêma Bendava Tişrînê şehîd bûbû û şehîd Yilmaz Elî ku li Bendava Tişrînê şehîd bûbû, bi sedan şêniyên bajarên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa yên kantona Cizîrê berê xwe dan Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, piştre hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Fatima Izedîn axivî. Fatma sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha got: "Şehîd Rêzan Çiya ji malbateke welatparêz a Efrînê ye ku ji bo şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek fedakarî kirine, birayê wî jî ji bo parastina gelê xwe şehîd bûye. Em ji gelê xwe yê kantona Efrîn û Şehbayê re dibêjin; em ê piştgiriya we bikin, em ê bi hevgirtina xwe destkeftiyên herêmê yên bi fedakariya şehîdan pêk hatine, biparêzin.”
Ji rêveberên Kongreya Îslama Demokratîk a bajarê Dêrikê Mihemed Emîn jî axivî û wiha got: "Me bi fedakariya xwe îspat kir ku em berxwedêr in û dixwazin di nava aştiyê de bijîn.”
Mihemed Emîn her wiha got: "Divê hemû pêkhate li gorî rêgezên xwişk-biratiya gelan li hemberî planên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber xwe bidin.”
Piştî axaftinan belgenameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyên her sê şehîdan bi dirûşmên “Şehîd namirin” spartin axê.