Cenazeyên 3 şehîdan hatin veşartin û merasîma xiyabî ya 4 şehîdan hat lidarxistin

Cenazeyên 3 şervanên QSDˋê û Hêzên Xweparastinê hatin veşartin û ji bo 4 şehîdan merasîma xiyabî hat lidarxistin.

Xelkê Reqa, endamên saziyên sivîl û leşkerî ji bo veşartina cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk ( Komanos) şehîd Mistefa Omer Bako û şervanê Hêzên Xweparastinê şehîd Leys Hac Mihemed li gundê Hikumiye yê gundewarê bakurê Reqayê kom bûn. Her wiha şênî beşdarî merasîma xiyabî ya endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Merwan El Meidan, şervanê QSDˋê (Komandos) şehîd Ebî Mehmûd Şaban û şehîd Ebdulhekîm Qazan û şervanê Hêzên Xweparastinê şehîd Mistefa El Enan ên ku di dem û cihên cuda de li kantona Reqa û Minbicê şehîd bûbûn, bûn.

Di merasîmê de fermandarê Meclisa Leşkerî ya Reqayê Ehmed El Hesen axivî û sersaxî da malbatên şehîdan û got: "Şehîdên me di oxira gel bi azadî bijîn de canê xwe da. Em soz didin malbatên şehîdan û xelkê xwe em ê li ser şopa wan bin."

Li ser navê dayikên şehîdan dayika şehîd Mizgîn Kawa, Fatme Nasan sersaxî da malbatên şehîdan û got: "Em dayikên şehîdan, em ê di oxira ev welatî bi aştî û rûmet be canê xwe bidin."

Her wiha xelkê bajarokê Keramê yê gundewarê rojhilatê kantona Reqayê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Mihemed Mûsa El Hesen ê ku di êrîşa şaneyên çeteyên DAÎŞˋê li ser benda kontrolê ya Zanîngehê ya li kantona Reqayê de di 17ˋê Kanûnê de şehîd bû, veşartin.

Di merasîmê de rêveberê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Reqayê Murad El Selheb axivî û got: "Em Sûriyeyî di qonaxeke nû ya dîroka Sûriyeyê re derbas dibin. Dewletên herêmî û navneteweyî hewl didin vê rewşê ji bo destwerdana li kar û barên Sûriyeyê bi kar bînin."

El Selheb wiha domand: "Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn hîna li ser soza xwe ne û em ê herêm û gelê xwe ji tevahî rêxistinên terorîst biparêzin."

Di dawiyê de wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.