BI DÎMEN

Li Hesekê cenazeyên 2 şehîdan hatin veşartin

Şervanê QSD'ê Rojbîn Hesekê û ji fermandarên Hêzên Cebhet El Ekrad Şêro Elî li Hesekê hatin veşartin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê  bi merasîmeke biheybet cenazeyê fermandarê Hêzên Cebhet El Ekrad şehîd Şêro Elî (Şêro Beşar) û şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Rojbîn Hesekê (Şahîn Salih Elî) li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê yê Hesekê spartin axê. Şêro Elî di berxwedana Bendava Tişrînê yê Minbicê de di 12ˋyê Kanûnê û Rojbîn Hesekê di 16ˋê Kanûnê de li pira Qereqozaqê şehîd bûn.

Di merasîmê de xelkê Hesekê û gundewarê wê, nûnerên saziyan û rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb beşdar bûn.

Di merasîmê de endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl axivî û teqezî bi şopandina rêça şehîdan da.

Xelîl wiha got: "Hêzên me QSDˋê, YPJˋê, YPGˋê Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Cebhet El Ekrad li hember êrişên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi lehengî bersivê didin."

Xelîl bal kişand ser êşên gelê Sûriyeyê ku ji 13 salan ve didome û wiha domand: "Ketina rejîma Esed û Partiya Baasˋê gaveke erênî bû, lê ew ne çareya yekane ye. Divê ji bo pirisgirêkan bibe destpêka çareseriyê."

Xelîl der barê mijarê de diyar kir ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi fedakariyên şehîdan hat damezrandin û wiha pê de çû: "Kî xewn dike ku vîna Rêveberiya Xweser bişikîne dê têk biçin. Vê rêveberiyê xwe li ser bingeha biratiya gelan û fedakariya 14 hezar şehîdan aşkera kir."

Di dawiyê de wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.