BI DÎMEN

Gelê Kobanê şehîd Hebûn Boxaz spart axê

Şervanê QSD'ê Hebûn Boxaz ku li Qereqozaxê di şerê dijî dagirkeriya dewleta Tirk de şehîd bû, li Kobanê hate veşartin.

Endamê Komandos ê QSD'ê Hebûn Boxaz (Îmad Hesen) ku 16'ê Kanûnê li Qereqozaxê şehîd bû, li Şehîdgeha Şehîd Dîcle ya li Kobanê bi merasîmekê hate veşartin.

'DIVÊ CIWANÊN ME ÊDÎ RABE, DEM DEMA ME YE'

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, ji Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kobanê Hîlal Elî axivî û got, "Em ê bedelan bidin ji bo em welatê xwe azad bikin. Em ciwanên Rêber Apo, divê em ciwan rabin û temen çi be em ê bidin. Em nahêlin ew derbasî Kobanê bibin, em in xwedî Kobanê ne, ev warê me ye wê nikare derbas bibe. Em bi şervanên xwe, gel û ciwanên xwe bawer in. Em nahêlin kes derbasî welatê me bibe. Em bang li ciwanên Rêber Apo dikin ev roj roja me ye em ê bedelan bidin, ew e ji bo dayîk bav û welatê me di aram de jiyan be. Divê me dijminê xwe vala derxin, ev dem dema me ye. Divê em rabin ser piya, em hene û gelê me heye û em jî fedayî vî gelî ne."

Piştre ji Rêveberiya Kongra Star a Bajarê Şêranê Litfiyê Silêman axivî û got, "Şehîd bê teredûd ji bo azadiya tevahî gelan canê xwe kir feda. Erka me ew e ku em soz bidin û şopa şehîdên xwe bigrin û tola şehîdan rakin. Wê her bira, xwişk, dayik û zarokên şehîdan tolê hilînin. Vaye zarokên şehîdan li ber darbesta şehîd tiliyên azadiyê hil didin, em ê teqez bi ser bikevin."

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê hate xwendin, radestî malbata şehîd hate kirin û cenazeyê şehîd Hebûn Boxaz li ber dirûşman hate veşartin.